Jinên berxwedêr wisa hevrêyên xwe oxir dikin

Tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevjînên şehîdan cenazeyên hevjînên xwe radikin ser milên xwe û sembola serkeftinê bilind dikin û ji bo cara dawîn xatirê xwe ji wan dixwazin.

Jinên berxwedêr wisa hevrêyên xwe oxir dikin
Jinên berxwedêr wisa hevrêyên xwe oxir dikin
29 cotmeh 2023   17:15
QAMIŞLO

Evîn Murad Ebdo di dema oxirkirina cenazeyê hevjînê xwe de li bajarê Dêrikê ya kantona Qamişloyê, cilûbergên leşkerî yên hevjînê xwe fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Şiblî Şiblî li xwe kirin û cenazeyê wî da ser milên û dilsoziya xwe ji doza şehîd re nîşan da.

Ev dîmen ne yê yekane bû, lê belê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemwextî şerê qirkirinê yê li dijî herêmê, gelek hevjînên şehîdan bi vî awayî hevjînên xwe oxir kirin û soza şopandina rêya şehîdan û avakirina nifşekî li ser şopa wan didin.

Hevjîna endamê rêveberiya Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê Xwînrêj Temî, Rewan El Xelef ji ajansa me re wiha axivî: "Zaroka me Jorîn, Xwînrêja nû ye, ew ê sibe mezin bibe û xewna bavê xwe pêk bîne."

Xwînrêj tevî 28 hevrêyên xwe di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker 8'ê Cotmehê de li dijî akademiya Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê de şehîd bû.

(mh/şx)

ANHA