Pentagon: 2 leşkerên Amerîkî di êrişa li Tedmurê de hatin kuştin

Berdevkê sereke yê Pentagonê ragihand ku 2 leşkerên Amerîkî li Tedmur li çola Sûriyeyê rastî êrişê hatine û di encamê de hatine kuştin.

Pentagon: 2 leşkerên Amerîkî di êrişa li Tedmurê de hatin kuştin
13 kanûn, 2025   20:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Pentagonê Sean Parnell ragihand ku  2 leşkerên Amerîkî û wergêrekî sivîl ê Amerîkî hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê her wiha ragihand ku 2 leşker û sivîlekî Amerîkî di kemînekê de ji aliyê çekdarekî tenê yê DAIŞ`ê ve li Tedmurê, naverasta Sûriyeyê, hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne, û da zanîn ku hêzên Amerîkî bi çekdar re şer kirin û ew kuştin.

Îro li nêzîkî Tedmurê li çola Sûriyeyê, li dijî karwaneke hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî êriş pêk hat.

(k)