Piştevaniya gel a ji bo şevranên QSD’ê

Li Kobanê di demeke ku şervanên QSD û YPJ’ê dijî hemû êrişan berxwedaniyek mezin nîşan didin de, şêniyên bajêr jî, li gorî derfetên xwe destekê didin wan.

Piştevaniya gel a ji bo şevranên QSD’ê
Piştevaniya gel a ji bo şevranên QSD’ê
Piştevaniya gel a ji bo şevranên QSD’ê
Piştevaniya gel a ji bo şevranên QSD’ê
Piştevaniya gel a ji bo şevranên QSD’ê
Piştevaniya gel a ji bo şevranên QSD’ê
Piştevaniya gel a ji bo şevranên QSD’ê
3 ÇILE, 2025   10:13
KOBANÊ

Berxwedana ku şervanên YPJ û QSD`ê li eniyên Tişrîn û Qereqozaqê dimeşînin bandorek mezin li ser gelên herêmê çêkiriye, lewma welatî jî li gorî derfetên xwe tevlî seferberiyê dibin. Yên ku dikarin çekan hildigirin û di eniyên parastinê de cih digirin. Beşek jî alîkariyê dikin. 

Li bajarê Kobanê jî, komînên taxan xwarinan amade dikin û destek didin şervanan. Ji destpêka berxwedanê ya Tişrîn û Qereqozaqê (8 Kanûn 2024) ve her roj komînek xwarinê amade dike û dide şervanan. Derdora 25 malbatên endamên Komîna Şehîd Fîras jî xwarin amade kir û li şervanan belav kirin.

Piştevaniya gel a ji bo şervanan didome.

(sş)

ANHA