Tirsa der barê siberoja Sûryeyê û aloziya xizaniyê li Afrîkayê manşetên rojnameyên erebî bûn

Rojnameyên Erebî nivîsîn ku piştî ragihandina avakirina "artêşa nû" der barê siberoja Sûryeyê de nîşaneyên tirs û  dilgiraniyê hene. Li Afrîqayê jî hejarî bûye sedemeke sere ya koçberiya ber  Ewropayê ve.

Tirsa der barê siberoja Sûryeyê û aloziya xizaniyê li Afrîkayê manşetên rojnameyên erebî bûn
3 ÇILE, 2025   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, der barê siberoja Sûriyê û kirîza koçberên neqanûnî li Afrîkayê nivîsîn.

Rojnameya El Şerq El Ewset behsa nîşaneyên de rbarê paşeroja Sûriyê de kir û diyar kir ku: “Iraqiyan û Urduniyan berê jî gotibûn: Ya girîng kiryar in, ne gotin in, her wiha hehsa tirsa kêmneteweyan jî kirin. Lê gelo bi rastî sedem û nîşaneyên dilgiraniyê û tirsê hene? El Şarii qonaxa derbasûnê bo sê yan çar salan dirêj kir. Her wiha ji nav efserên ku bo artşa nû hatine erkdarkirin, 6`ên ne sûryeyî hene, ew cîhadîstên berê ne, ku Colanî bi xwe jî cîhadîstekî berê ye. Lê tişta herî xerab ku rejîmeke kevin yan nû bike, kuştin e, ji xwe li gorî gotinan ew jî niha dibe. "

Li gorî rojnameyê," nîşaneya yekane ku mirov dikare bêja erênî ye, ew pêşniyara  lidarxistina kongreyeke niştimanî ku tê xwestin ji bo her tişt rewa be. Kongreya niştimanî tê wateya beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûryeyê. "

KRÎZA KOÇBERIYA NEQANÛNÎ TRAJEDIYA JIBÎRKIRÎ YA AFRÎKAY

Rojnameya El Ereb a Londonê bal kişand ser xizaniya li Efrîqayê. Hate gotin, “Hejmara kuştiyên koçberên neqanûnî yên Afrîkî ber bi Ewropayê ve, mezinbûna trajediya jibîrbûyî ya li Afrîkayê nîşan dide.  ji ber ku hejmara koçberên neqanûnî ku di sala bûrî de li Deryaya Spî û beyabanê hatine kuştin, bi qasî hijmara kesên ku ji ber terorê di sala  2024 de li seranserî cîanê hatine kuştin e ."

Rojnameyê diyar kir ku, "Ji Çileya 2020 heta Gulana 2024`an, li ser Deryaya Spî 7,115 kes mirine an jî winda bûne, di heman demê de, 1,180 kes dema ku hewl didan ku bi rêya Beyabana Mezin xwe bigihînin Deryaya Spî, mirine. "

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin "Ezra Nenko, pisporê erdnîgariya siyasî û navneteweyî, di raporek ku ji hêla malpera Modern Policy ve hatî weşandin de dibêje ku divê Afrîka dest bi berpirsyariyên xwe pêk bîne. Piraniya kesên ku ji bo derbasbûna behrê dimirin ciwanên Afrîkî ne, ku motora paşeroja Afrîkayê ne. "

(k)