Peymana 29`ê Çileyê û nakokya  Tirkiyê-Îsraîlê di rojeva medyaya Erebî de bû

Medyaya Erebî li ser peymana 29`ê Çile ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî de, her wiha zêdebûna hevrikiya Tirkiye-Îsraîlê ya ji bo bandorê li Sûriyeyê, nivîsîn.

Peymana 29`ê Çileyê û nakokya  Tirkiyê-Îsraîlê di rojeva medyaya Erebî de bû
25 tebax, 2026   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojname û dezgehên medyayê yên Erebî îro darê du mijarên Sûriyeyê nivîsîn, yek jê pêkanîna peymana 29`ê Çile û ya din bandorên êrişa hewayî ya Îsraîlê li ser cihekî li Sûriyeyê.

EL ŞERQ EL EWSET. ENTEGRASYON DIKEVE QONAXA HÛRGULIYAN

Rojnameya El Şerq El Ewset li ser civîna Şamê ya di navbera fermandarê giştî yê QSD, hevseroka Beşa Têkiliyên Derve di Rêveberiya Xweser de û hikûmeta demkî de nivîsî. rojnameyê bal kişand ser dawîkirina hûrguliyên pêkanînê, weke perwerdehiya bi zimanê Kurdî wekî mijarek sereke ku hîn jî hewceyê lihevkirinê ye, digel mekanîzmaya entegrekirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û siberoja hin serkirde, kesayet û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser.

Rojnameyê destnîşan kir ku nîqaş ji mijarên leşkerî wêdetir diçin, şêweya beşdariya siyasî ya Kurdan di nav saziyên dewletê de, di nav de rolên kesayetên ji Meclisa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) di nav van saziyan de vedihewîne.

DAWIYA QONAXEK LEŞKERÎ Û DESTPÊKA TESTEK SIYASÎ

Rojnameya El Erebî El Cedîd civîna Şamê wekî beşek ji veguheztina dosyaya Sûriyeyê ji qonaxa danûstandinên entegrasyonê ber bi qonaxek tevlihevtir a têkildarî pêkanîn û şeklê têkiliya siyasî ya siberojê şîrove kir.

Rojname diyar kir ku "temamkirina çarçoveya giştî ya peymanê" û temamkirina hemû hûrguliyên wê li ser erdê ji hev cuda ye, ji ber ku daxuyaniya Abdî nayê wateya ku pirsgirêkên mayî bi dawî bûn, lê belê tê wateya veguheztina wan ber bi astek din ve.

ÎSRAÎL Û TIRKIYE: TÊKOŞÎNEK JI BO SÛRIYEYA SIBEROJÊ

Di analîzek bi sernavê "Tirkiye wekî Gef... Îsraîl Çawa 'Dosyeyek Dijmin' Ava Dike?" de, El Erebî El Cedîd diyar kir ku rageşiya Îsraîl û Tirkiyeyê di demên dawî de "ji pişt perdê ber bi çavê raya giştî ve çûye", bi taybet piştî hedefgirtina balafirgeha Ebû El Duhur, ku Îsraîlê bi çalakiyên têkildarî piştgiriya leşkerî ya Tirkiyeyê ji bo artêşa Sûriyeyê ve girêda.

Rojnameya Lubnanî El Nehar rageşiya Îsraîl û Tirkiyeyê wekî beşek ji ji nû ve şekildana hevsengiyên herêmî di nav Sûriyeyê de nirxand.

Rojnameyê bal kişand ser baregehên leşkerî û hevpeymaniyên navneteweyî û da zanîn ku pevçûna li ser Sûriyeyê bi dawiya şerê berê bi dawî nebûye, lê belê ber bi têkoşîna ji bo bandorê û şeklê rêkeftinên nû yên ewlehî û siyasî ve diçe.

(k)

ANHA