Hêzên Îsraîlê careke din derbasî gundewarê Quneytrayê bû

Hêzên Îsraîlê li gundewarê Parêzgeha Quneytrayê xalên kontrolê danîn  û lêgerîn pêk anîn.

Hêzên Îsraîlê careke din derbasî gundewarê Quneytrayê bû
25 tebax, 2026   10:46
QUNEYTRA

Nûçegihanên me diyar kirin ku çavkaniyê xwecihî ji wan re destnîşan kiriye ku hêzên Îsraîlê bi nêzî 5 wesayetên leşkerî bi rêya deriyê Til Ebû El Xîsar re derbasî herêma Xirfet Michem a li derdora Wadî El Reqad a gundewarê Parêzgeha Quneytrayê bû. Ew hêz ji saetên sibehê ve li herêmê ye û li derdora vê herêmê hêza xwe belav kiriye.

Çavkaniyê da zanîn ku hêzên Îsraîlê li herêmê xalên kontrolê danîn, kesên ku di xalê re derbas dibûn lêgerîn li ser wan pêk anîn û nasnameyên wan xwest, piştre berê xwe da pira Wadî El Reqad û li wir bi cih bû.

Xirfet Michem devereke girîng û bilind e, derdora wê hejmarek ji gundên li ser qiraxa Wadî El Reqad dikevin, hene.

Heta vê kêliyê agahiyên der barê hebûn pevçûnan an bûyerên girtinê nehatine parvekirin, têkildarî bûyerê jî ti agahiyên fermî derneketine.

 (sb)

ANHA