YRA: Bi saya şehîdan em bûn xwedî zemîneke xurt a têkoşîna azadiyê

YRA’yê bi boneya Roja Rojnamgeriya Kurdî peyamek weşand û diyar kir “Bi saya hevalên me yên di oxira heqîqetê de canê xwe feda kir, me karî bibin xwedî zemîneke xurt a têkoşîna azadiyê.”

YRA: Bi saya şehîdan em bûn xwedî zemîneke xurt a têkoşîna azadiyê
22 nîsan, 2024   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî li ser malpera xwe peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de hate gotin: “126 sal beriya niha anku di 22’yê Nîsana 1898’an de Mîqdat Mîthad Bedirxan yekem rojnameya kurdî bi navê “Kurdistan” li paytexta Misirê Qahîreyê çap kir. Bi derketina Kurdistanê re, zemîna gavên destpêkê yên çapemeniya kurdî geş bû. Rast e rojnameya Kurdistan ji ber destwerdana dijminên Kurdan dewam nekir. Lê gelê Kurd li çar aliyên welat ew gav wek zemîna bingehîn esas girt û xebatên çapemeniyê bi pêş xistin.”

Di dewama peyamê de hate gotin: “Tevgera Azadiyê di salên xwe yên destpêkê de jî pêşxistina ragihandina azad wekî bingeha pêşxistina têkoşîna azadiyê esas girt. Li ser bingeha wê jî bi dehan saziyên ragihandinê ku ji rojnameya Serxwebûn dest pê kir, hatin pêşxistin. Li parçeyên din ên Kurdistanê partî û tevgerên Kurdan li ser şopa rojnameya Kurdistan dest bi xebatên çapemeniyê kir.

Di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên wê baş xuya dike. Heger îro em xwedî xweserî û artêş in, heger îro di herêmê de sîstema biratiya gelan tevî hemû êriş û planan bi ser dikeve, ew bi saya têkoşîna xebatên ragihandina azad in. Di serî de jî hevalên me yên di oxira heqîqetê de canê xwe feda kir. Bi saya wan me karîbû bibin xwedî zemîneke xurt a têkoşîna azadiyê.”

Di dawiya peyamê de şehîdên çapameniyê hatin bibîranîn û hate gotin: “Bi vê boneyê jî gerek hemû hemû hevalên me yên rojnamevan di kîjan saziyê de bixebite bila bibe, li ser hêvî û oxira wan bibe dengê demokrasiya civakî û li ser wî esasî têkoşîna xwe pêk bînin.”