Pêşangeha Şehîd Herekol di 28’ê Cotmehê de ye

Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a 7’emîn ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker hatibû rawestandin, roja 28`ê Cotmehê dest pê dike.

Pêşangeha Şehîd Herekol di 28’ê Cotmehê de ye
23 cotmeh, 2023   13:31
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê duh êvarê dema destpêkirina Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a 7`emîn diyar kir.

Li gorî wê, pêşangeh bi dirûşma “Xwendin ronahî ye” li dar dikeve û dê 28`ê Cotmehê dest pê bike, heta 31`ê Cotmehê dewam bike.

Dihat payîn ku pêşangeh15`ê Cotmehê were lidarxistin, lê belê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker hatibû taloqkirin.

Li gorî komîteya amadekar a pêşangehê, pêşangeh li Hola Zana ya li Qamişloyê ye û dê 62 weşanxaneyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistanê, dewletên Rojhilata Navîn û cîhanê beşdar bibin.

Pêşangeh rojane saet 10’ê sibehê tê vekirin û dê çalakiyên çandî û hunerî jî bên lidarxistin.

(c)

ANHA