Bîlançoya şerê Îsraîl û Hemasê girantir dibe

Di encama şerê Hemas û Îsraîlê de ku 2 hefte ye didome, li Xezayê 4 hezar û 741, li Îsraîlê jî hezar û 400 kes hatine kuştin, bi hezaran jî birîndar bûne. Metirsî heye ku şer her ku biçe berfirehtir bibe.

Bîlançoya şerê Îsraîl û Hemasê girantir dibe
23 cotmeh, 2023   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, bîlançoya kuştiyên li Xezayê ji ber êrişên Îsraîlê, derket 4 hezar û 741’an, ya birîndaran jî gihaşt zêdetirî 14 hezar kesî. Her wiha ji 7`ê Cotmehê heta niha hezar û 400 welatiyên Îsraîlê hatine kuştin, 212 jî hatine revandin.

Medyaya Filistînê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê di saetên serê siharê de herêmên nêzî 3 nexweşxaneyan bombebaran kirine.

Şevê din jî dema civîna serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, fermandarên payebilind û meclisa wezîrên şer, balafirên Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Filistînê, êrişên Îsraîlê bi taybet li naverast û bakurê Xezayê pêk hatine. Raporên çapemeniyê jî diyar kir ku di bombebarana maleke nêzî kampa Cibalya ya li bakurê Xezayê de gelek welatiyên Filistînê hatine kuştin, hin jî birîndar bûne.

Tevgera Hemasê jî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku wezîrê karê derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan şevê din bi telefonê li serokê polîtburoya wê Îsmaîl Heniyê geriyaye û çawaniya rawestandina sûcên Îsraîlê yên li Xezayê pêk tîne, nîqaş kirine.

Medyaya Çînê jî îro ragihand ku nûnerê Çînê yê taybet ê Rojhilata Navîn ku dê serdana herêmê bike, hişyarî daye ku îhtimala pêkhatina operasyoneke bejahî ya berfireh zêde dibe û gotiye berfirehbûna şerê li herêmê mijara fikaran e.

Li aliyekî din ajansa Reutersê ji rayedarên ewlekariyê yên Îranê ragihand ku stratejiya Îranê ew e ku wekîlên wê yên li Rojhilata Navîn mîna Hizbullahê, êrişên sînordar li dijî Îsraîl û Amerîkayê pêk bînin, lê xwe dûrî şerekî mezin ku Tehranê bikişîne nava şer, bixin.

Li sînorên bakurê Îsraîlê jî di navbera koma Hizbullah û hêzên Îsraîlê de şer derket. Ev şer wekî şerê herî dijwar ê li ser sînor ji dema şerê Îsraîl-Hizbullahê (2006) ve hat pênasekirin.

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku balafirên wan îro 2 şaneyên Hizbullahê li Lubnanê yên ku plana avêtina moşekan ber bi Îsraîlê ve dikir, kirine hedef. Artêşê diyar kir ku hin baregehên Hizbullahê jî hatine hedefgirtin.

Hizbullahê bêyî ku detayan parve bike, kuştina çekdarekî xwe ragihand. Artêşa Îsraîlê jî eşkere kir ku ji dema destpêkirina şer ve 7 leşkerên wan li ser sînorên Lubnanê hatine kuştin.

(c)