Pere di bankan de nîn in, mûçe dereng tên dayîn

Karmendên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê mûçeyên xwe dereng digrin, ji ber ku pere di bankên navendî de tune ne.

Pere di bankan de nîn in, mûçe dereng tên dayîn
7 nîsan, 2026   04:05
ŞAM

Li gorî çavkaniyan, mûçeyên karmendên saziyên hikûmetê her tim dereng dimînin. Karmend divê destpêka mehê mûçeyê xwe bigrin lê belê ev demeke ku li ser hevdû mûçeyên wan dereng dimînin. Hem pere di bankên navendî de nîn in hem pirsgirêk di bernameya `Şam Kaş` de hene û disekine. Ev yek jî dibe ku karmend dereng mûçeyên xwe bigrin. 

Destpêka her mehê divê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê mûçeyên karmendan bidin. Pirsgirêk di bernameya `Şam Kaş` de derdikeve û disekine. Ji ber vê yekê karmend dereng mûçeyên xwe digrin.

Rêveberiya bernameya `Şam Kaş` diyar kir ku sedema derengmayîna belavkirina mûçeyan di meha Sibatê de ew bû bername ji ber hinek sedemên teknîkî sekinî bû û ji bo pirsgirêkê çareser bikin dê bernameyê nû bikin. Bi vê yekê re jî pirsgirêka bernameyê çareser nebû û bernameya Şam Kaş di destpêka mehê de disekine û karmend mûçeyên xwe dereng digrin.

Karmendan anîn ziman ku pirsgirêk ji vê kûrtir e û pirsgirêk ne tenê teknîkî ye. JI ber mehane ev pirsgirêk dubare dibe û karmendên muhasebe yên îdarî sedema dereng mayînê ne.

Li gorî agahiyên nûçegîhana me wergirtine, hemwelatî diçin şîrketê ku mûçeyên xwe bigrin nikarin li ser bernameya Şam Kaş mûçeyê xwe bigrin. Nûçegîhana me anî ziman ku pirsgirêkên bernameya Şam Kaş heyanî çend rojan çareser nabe û mûçeyê karmendan dereng tê dayîn.

Wezîrê Maliyê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê berê gotibû ku dê pirsgirêka bernameya Şam Kaş a teknîkî çareser bibe û mûçeyên karmendan di wextê wê de were dayîn.

Nûçegîhana me agahî da ku pênc roj li ser destpêka mehê derbas bûye û hîna karmendan mûçeyê xwe negirtine û dibêjin dîsa di bernameya Şam Kaş de pirsgirêkên teknîkî derketine. Meha Adarê jî karmendên hinek saziyan heyanî dawiya mehê mûçeyê xwe girtin.

Çavkaniyek ji karkerên ku li banka navendî dixebite agahî da ajansa me ku pere di banka navendî de tune ne û ew dibe sedema sereke ya derengmayîna mûçeyên karmendan.

Karmend li ser dijîtal medya derengdayîna mûçeyan rexne kirin. Gotin niha madeyên xwarinê gelekî biha bûne, nikarin debara jiyana xwe bikin, mûçeyê me kêm e û her tim dereng tê dayîn. Mûçeyê karmendan berî ku zêde bibe milyonek û 200 hezar derbas nedikir.

Çavdêran anîn ziman ku bernameya Şam Kaş ku nediyar e ya kê ye mûçeyên hemû karmendan dixe bin kontrola xwe. Her wiha bi vê bernameyê re hewl didin hemû pereyên hikûmetê yên elektirîkê, av û xizmetguzarî bigrin.

Têkildarî heman mijarê pisporê ewlehiya sîberê Cîhad Ebdulxenî meha bihurî dema ku ji ajansa me re axivî got: "Eger rêveberiya mûçeyê sedhezaran karmendan agahiyên wan ên malî weke dosyayên asayî bibîne, dibe ku wan agahiyên malî yên karmendan bibin derveyî sînor û ev metirsiyeke gelekî mezin e."

Ebdulxenî di dewama gotinên xwe de got: "Tu dewlet destûr nadin vê yekê. Rêvebirina sîstema malî ya dîjîtal li Sûriyeyê nayê zanîn, girîngî nadin ewlehiya sîberê û hesasiyeta agahiyên li ser karmendan ên di bernameyê de nizanin. Li hemû dewletên cîhanê cihekî girîng ê dijîtal di rêvebirina dewletê de heye. Girîngiya dijîtal ji rewşa siyasî û aborî ne kêmtir e. Agahiyên malî yên karmendan ne tenê numere ne, têkildarî her tiştê karmendan agahî têne dayîn.`

Pisporê ewlehiya sîber Cîhad Ebdulxenî got ku çareserkirina pirsgirkên teknîkî yên bernameya Şam Kaş pirsgirêka derengmayîna mûçeyan ji kokê çareser nake. Çareseriya herî baş ew e ku sîstemeke maliyê ya dijîtal a neteweyî ava bikin. Bi vê sîstemê re qanûnên cîhanî nayên binpêkirin û bernameya Şam Kaş bikin saziyên maliya dijîtal. Ev sîstem li gorî rêveberî, çavdêrî û pîvanên navneteweyî ye."

(np)

ANHA