Çalakvan: Divê mafê hêviyê ya Rêber Apo garantî bibe

Siyasetmedar û çalakvanan diyar kir ku li gorî standardên navneteweyî divê mafê hêviyê yê Rêber Apo garantî bibe.

Çalakvan: Divê mafê hêviyê ya Rêber Apo garantî bibe
7 nîsan, 2026   02:45
HESEKÊ
ABDULXENÎ EL HAMAN

Hejmarek siyasetmedar û çalakvanên ji bajarê Til Temirê der barê berdewama tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi taybet piştî daxuyaniyên dawî ku Mihemed Ocalan li ser rewşa tenduristî ya Rêbertî dane, fikarên xwe anîn ziman.

Çalakvana siyasî Hêvîdar Mihemed Elî têkildarî mijara ˋmafê hêviyêˊ ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku "Di aliyê mirovî û qanûnî de mafê Rêber Apo heye ku serdana wî bê kirin û rewşa wî ya tendirûstî bê şopandin. Divê em tê bikoşin heyanî ku li gorî qanûnên navneteweyî mafê hêviyê bidin Rêbertî û bi fîzîkî azad dibe."

Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Til Temir Nîdal Emîn jî got: "Divê her tim rewşa tenduristî ya Rêber Apo were şopandin. Li gorî qanûnên navneteweyî divê mafê hêviyê bidin Rêbertî û bi fîzîkî azad bibe."

Rêvebera Kongra Star Ronaz El Yûnis anî ziman ku li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê bi Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û wiha got: "Eger çi tevger der barê pêvajoya aştiyê de çêbibin dê bandor li ser pirsgirêka Kurd bike û demokratîkbuyîna Tirkiyeyê xurt bike."

Rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi girîngî tê şopandin. Daxwaz tê kirin ku rewşa tenduristî yan were şopandin an mafên qanûnî û mirovî werin dayîn.

(np)

ANHA