Partiya Yekitiya Suryan panelek organîze kir

Partiya Yekitiya Suryan li Qamişloyê panelek li ser mafên çandî yên Suryan-Aşûriyan li dar xist.

Partiya Yekitiya Suryan panelek organîze kir
1 hezîran, 2026   15:58
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Suryan bi dirûşma “Mafên çandî yên Suryan-Aşûriyan: Rastî, zehmetî û perspektîfên parastinê” panelek bi rêxistin kir.

Di panelê de parêzer Elî Iskan axivî. Iskan got mafên çandî bi nasnameya hemû pêkhate, gel û etnîkan ve girêdayî ne.

Di panelê de gelek kesayetên ku tev lê bûbûn jî nêrînên xwe anîn ser ziman. Polîtîkayên rejîmên berê û yên niha li ser gelê Suryan-Aşûrî nirxandin. Her wiha gotin hikumet mafên çandî tenê bi ziman ve dide girêdan û ev yek tê wateya ku hebûn û mafên çandî yên gelan têne paşguhkirin.

Beşdarên panelê polîtîkayên hikumeta demkî yên li ser pêkhateyên Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku garantiya misogerkirina mafên pêkhateyên Sûriyeyê di destûrê de nayê dayîn. Her wiha anîn ziman ku nûnerên pêkhateya Suryan-Aşûrî di parlamentoya Sûriyeyê de nîn in û hatine paşguhkirin.

Di dawiya panelê de ev pêşniyar hatin kirin:

- Gelê Suryan-Aşûrî wek gelekî resen ê Sûriyeyê were naskirin û garantiya mafên wan ê çandî û nasnameya neteweyî were dayîn.

- Di destûra Sûriyeyê de zimanê suryanî bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê. Li saziyên perwerde, çandê û çapemeniyê were bikaranîn.

- Dîrok û çanda gelê Suryan-Aşûrî bikeve materyalên perwerde û fêrkirine yên Sûriyeyê û dîroka welat bi nifşên nû bidin naskirin.

- Ji bo parastin û belgekirina çanda suryanî, bername û proje werin çêkirin.

- Komkujiyên Sêfo yên li ser werin belgekirin.

- Cejna Ekîto wek minasebeteke çandî û neteweyî li Sûriyeyê were naskirin.

- Sazî û navendên çandê yên Suryan, Aşûrî û Keldanan çalakiyên çandî li parêzgeha Hesekê û tevahiya Sûriyeyê bi rêxistin bikin.

(np)

ANHA