Li mezreyeke Til Temirê şewatek hat vemirandin

Tîmên Hawarçûnê şewatek li mezreyekê nêzî gundê Um El Kêf ê Til Temirê vemirand, tenê zirarên madî çêbûn.

Li mezreyeke Til Temirê şewatek hat vemirandin
1 hezîran, 2026   16:30
HESEKÊ

Tîmên Hewarcûnê bi hevkariya tîmên agirkujiyê li bajarê Til Temirê şewatek li mezreyekê li nêzî gundê Um El Kêf ê rojavayê bajêr çêbûbû vemirand. 

Tîman şewat kontrol kir, nehişt belav bibe û beriya ku bigihîne zeviyên çandiniyê yên derdorê vemirand.

Li gorî agahiyên destpêkê, tenê zirar bi cihê şewatê bû, tu birîndarî çênebûn. Heta niha sedemên derketina şewatê nehat zanîn. Aliyên eleqedar bûyerê dişopînin û mezinahiya ziraran dinirxînin.

(fr)

ANHA