Partiya Yekitiya Suryan kongreya xwe li dar dixe

Partiya Yekitiya Suryan bi beşdarbûna 50 nûnerên partiyê yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kongreya xwe ya 4’an li dar dixe.

3 adar, 2024   15:04
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Yekitiya gelê me mîsogeriya bidestxistina mafên me yên neteweyî ye..lihevkirina sûriyeyan mîsogeriya çareseriyeke siyasî ya adilane ya mayînde ye" Partiya Yekitiya Suryan kongreya xwe ya 4’emîn li dar dixe.

Kongre bi beşdariya 50 nûnerên partiyê,nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk û endamên partiyên Kurd û Ereban, tevger û rêxistinên ciwanan û rûspiyên eşîran li hola Zana ya li bajarê Qamişloyê tê lidarxistin. Nûnerên partiyê yên li derveyî welat ji rêya internêtê beşdar bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, hevserokên partiyê Nezîra Gewriyê bi zimanê erebî û Senherîb Bersûm bi zimanê suryanî axivîn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku beşdarbûna pêkhateyên Sûriyeyê û beşên civakê di vê kongreyê de nîşaneya daxwaza sûriyeyan a pêşxistina têkiliyan û avakirina sûriyeke pirrengî ya nenavendî ye.

Her wiha hate gotin: "Partiya me di avakirina Rêveberiya Xweser de cih girt. Wekî rêveberî û gel em li pêşiya xeterî û êrişên dewleta Tirk a rû bi rû ne. Ji me tê xwestin ku destkeftiyên pêkhateyan biparêzin. Wekî Partiya Yekitiya Suriyan em ê piştevanên QSD’ê ne. Ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser em ê xebatên xwe mezin bikin."

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb lidarxistina kongreyê pîroz kir.

Hebîb got: "Rêveberiya Xweser bi hevpeymana xwe ya civakî hewl dide partî û pêkhateyan nêzî hev bike. Partiya Yekitiya Suryan roleke sereke di proseya siyasî de dilîze."

Hikmet Hebîb banga parastina destkeftiyan û yekitiyê li tevahî partiyên Suryan, Kurd û Ereban kir.

Piştre nameyên pîrozbahiyê kongreyê hatin xwendin ku ji aliyê partî û rêxistinên civakî û sivîl ve hatinbûn şandin. Piştre komeke Suryan-Asur- Kiland goveneke pêşkêş kir.

Kongre ji ragihandinê re girtî dewam dike û rêziknameya partiyê tê nîqaşkirin. Kongre wê bi hilbijartina hevserokatiya nû û meclisa giştî ya partiyê û biryaran bi dawî bibe.

(bb)

ANHA