Partiya Sûriya Pêşerojê bi şêniyên navçeya Til Birakê re civiya

Partiya Sûriya Pêşerojê civînek ji şêniyên navçeya Til Birakê re li dar xist, geşedanên li herêmê û Rojhilata Navîn rû didin û stratejiya partiyê di pêvajoya bê de ji wan re şîrove kir.

Partiya Sûriya Pêşerojê bi şêniyên navçeya Til Birakê re civiya
Partiya Sûriya Pêşerojê bi şêniyên navçeya Til Birakê re civiya
Partiya Sûriya Pêşerojê bi şêniyên navçeya Til Birakê re civiya
Partiya Sûriya Pêşerojê bi şêniyên navçeya Til Birakê re civiya
30 ÇILE, 2024   15:16
TIL BIRAK

Partiya Sûriye Pêşerojê li navçeya Til Birakê ya kantona Cizîrê, civînek ji şêniyên navçeyê re lidar xist û geşedanên siyasî yên herêmî û cîhanê û stratejiya xwe ya di dema bê de ji wan re şîrove kir. 

Civîn li avahiya Meclisa Navçeyê li dar ket. Bi dehan şênî, endamên partiyê, nûnerên partiyên din, endamên saziyan û rûspiyên herêmê tev li civînê bûn.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Şiyar Mihemed civîn bi rêve bir, geşedanên siyasî yên xwecih, herêmî û cîhanî bi berfirehî şîrove kirin.

Mihemed balkişand ser siyasetên dijminane yên li dijî vîna gelê herêmê û projeya wê ya Rêveberiya xweser, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, tevgerên şaneyên DAIŞ`ê, siyaseta hikumeta Şamê ya li ser dorpêçkirinê û vebijartina çareseriya siyasî ava kiriye.

Di civînê de beşdaran nêrînên xwe der barê rola Rêveberiya Xweser di avakirina yekitiyê de, peydakirina jiyana birûmet û ewlehiyê ji welatiyan re parve kirin. Her wiha diyar kirin ku ew dev ji axa xwe bernadin, piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin.

(şx)

ANHA