Parlamentoya Iraqê wê roja şemiye kom bibe

Parlamenterê Iraqê Mihemed Beldawî ragihand ku heftiya bê Parlamentoya Iraqê wê di derbarê êrişên Amerîkayê û guftugokirina proje yasaya durxistina hêzên Amerîkayê ji nav Iraqê dê kom bibe.

Parlamentoya Iraqê wê roja şemiye kom bibe
8 sibat, 2024   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Iraqê Mihemed Beldawî ji medya Iraqê re ragihand ku roja şemiya bê Parlamentoya Iraqê wê di derbarê êrişên Amerîkayê û guftugokirina proje yasaya durxistina hêzên Amerîkayê ji nav Iraqê dê kom bibe.

Beşek ji parlamenteran bi taybet parlamenterên Şîe daxwaza demil dest kombûna Parlamentoyê dikin ku biryara derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê were dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku duh bi şev li navçeya Meştel a li rojhilatê Bexdayê wesayîtek hate bombebarankirin û encamê de 3 kes hatin kuştin 2 ji wan berpirsên pilebilind ên Hîzbullahê bûn. Berxwedana Îslamî ya li Iraqê got di êrişê de Ebû Baqir Saidî û Erkan Elyawî ku serkirdeyên liwayên Hizbûllah Iraqê ne, jiyana xwe ji dest dan û ragihand ku ev êriş bê bersiv namîne.

CENTCOM’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di çarçoveya bersivdanan êrişên li ser hêzên wan ên li Iraqê, duh bi şev li Bexdayê êrişek pêkanîn û hinek berpirsên Hizbûllahê ku destê wan di nava êrişên li ser hêzên wan de hebûn, hatin hedef girtin.