Malbatên şehîdan destdirêjiya li nirxên şehîdan şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê der barê bêrêziya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li hemberî goristanên şehîdan de got “Destdirêjiyên li nirxên gelê Kurd dê bê bersiv nemînin.”

Malbatên şehîdan destdirêjiya li nirxên şehîdan şermezar kir
8 sibat, 2024   12:35
KOBANÊ

 Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê têkildarî binpêkirinên goristanên şehîdan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, daxuyanî da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên meclisê li ber avahiya meclisê ya li bajarê Kobanê ji aliyê endama meclisê Derya Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyekê de hate gotin: "Dewleta Tirk heta roja îro siyaseta xwe ya qirêj bê navber li hemberî gelê Kurd dimeşîne û her diçe siyaseta xwe ya qirêj mezintir dike. Siyasetên wê gihişt asta ku destên xwe yên qirêj mezargehên şehîdan xerab bike. Dewleta Tirk a qirêj li Efrîna dagirkirî bi her awayan hovîtiyên xwe dimeşêne. Herî dawî mezargeha Şehîdan a li Cindirêsê binpê kir, rûxandin û bi hestiyên zarokên me dilîze. Ev destdirêjî û binpêkirinên ne qanûnî ne ku li dijî gorên zarokên me tê kirin. Li hember van destdirîjiyan hemû cîhan bê deng e.  Em jî her dibêjin; çawa me bi dayîna şehîdan dest pê kir û bi berxwedana bê navber û destkeftiyên şehîdên me di hundir Rojava û hundir Rêveberiya Xweser de de parastiye  em ê berxwedanê dewam bikin heta ku Efrîna dagirkirî ji destên qirêj bê izgarkirin. Em roja îro dibînin ku Hêzên Rizgariya Efrînê çawa derbeyên mezin li dijmin û çeteyan dixîne, dê bi berxwedana wan û hêza gelê kurd Efrîn rizgar bibe. Heta ku Efrîn rizgar nebe em ê her di nav berxwedanê de bin. Em ê bedelên giran bidin da ku em Efrîn qirêjiya dewleta Tirk xelas bikin.

Em berxwedana Efrînê silav dikin. Em wek malbatên şehîdan em her wext van qirêjêtiyan şeremzar bikin û helbet destdirêjiyên li nirxên gelê Kurd wê bê bersiv derbas nebe. Li her cihî û di her demê de em ê her berxwdanê xwe nû bikin , bi tevlîbûna xweşik û birayên şehîdan bi tevlîbûna zarokên şehîdan û bi tevlîbûna keç û xortên kurd ji her çar parçeyên kurdisatne em çeka şehîdên xwe li erdê nahêlin."

)sş)

ANHA