Li Siwêdayê 5 leşker û polîsên hikumeta Şamê hatin revandin
Hêzên hikumeta Şamê li bajarê Siwêdayê kesek revand. Li hemberî vê yekê komên çekdar ên xwecih 5 efser û polîsên hikumeta Şamê revandin.
![Li Siwêdayê 5 leşker û polîsên hikumeta Şamê hatin revandin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_668f9c68235a5.jpg)
Malpera Siwêda 24 ragihand ku hêzên hikumeta Şamê duh ciwanê bi navê Selman El Şair dema hewl dide biçe Lubnanê, destgîr kir.
Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çekdarên xwecih wek bersiv li hemberî destgîrkirina ciwan, vê sibehê 5 efser û polîsên hikumeta Şamê revandine.
(bb)