‘Rêber Abdullah Ocalan her dem pêşengê aşîtiyê ye’

Siyasetmedarên ji bajarê Hesekê diyar kir ku nameya Rêber Abdullah Ocalan a 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, berdewama daxwaza wî ya domdar a ji bo aştiyê ye.

‘Rêber Abdullah Ocalan her dem pêşengê aşîtiyê ye’
8 îlon, 2025   02:35
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Siyasetmedarên ji bajarê Hesekê ji ajansa me ra diyar kirin ku rêya aştiyê di guhertin û qebûlkirina fikrên hevpar re derbas dibe.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebdulxenî Oso bibîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan di peymana xwe de banga aştî û civaka demokratîk kir û wiha dom kir: “Rêber Apo Ji destpêkê ve banga aştiyê dike. Her dem daxwaza rawestandina şer dike.”

Oso, da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan banga aştiya giştî dike û got: “Gavên pêkanîna aştiyê ji xwe dest pê kir. PKK’ê fesix kir, dawî li şerê çekdarî anî û li şûna wê tercîha têkoşîna siyasî kir. Rêbertî di hemû gavên xwe yên ji bo aştiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd de cidî ye. Niha ji dewleta Tirk tê xwestin berpirsyariyên xwe bi cih bîne û hebûna gelê Kurd di herêmê de nas bike.”

Ebdulxenî Oso, li ser siyasetên desthilata Tirkiyê ji destpêka damezirandina komara Tirkiyê û heta niha ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk li ser tunekirina gelan ava bûye. Tu ziman û çandên din qebûl nake. Lê geşedanên di herêmê de dewleta Tirk gihandiye çerxerêyeke girtî. Ew nema dikare bi xeta xwe ya berî dewam bike. Ji lewra neçar maye xeta xwe bide guhertin.”

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebdulxenî Oso wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Rêber Abdullah Ocalan dibêje demokrasî gerek her kesî bigre nava xwe û di serî de gelê Kurd, ew giringiya yekitiya gelê Kurd li dora pirsgirêka Kurd û doza Kurdistanî tîne ziman. Heger em nikaribin hêzên xwe bikin yek, em ê nikaribin bi hêzên din re jî itîfaq bikin. Ji lewra heger em bixwazin bi gelên din re bibin yek, di serî de divê em destpêkê bibin yek.’’

GAVEK NÛ JI BO RIZGARKIRINA ROJHILATA NAVÎN E

Endamê Rêveber ê Komîteya Rêxistinî ya Meclisa PYD’ê ya Hesekê Mihemed Eşref Elî têkildarî mijarê wiha axivî: “Her dem Rêber Abdullah Ocalan daxwazê aştiyê bû. Ji bo pêkanîna aştiyê û dûrketina ji şer têkoşînek mezin nîşan da. Ji bo dengê aştiyê li Rojhilata Navîn bilind bibe, her hewldan dike. Ji lewma divê em Rêbertiya xwe bi tenê nehêlin. Divê em alîkarên doza wî bin. Divê em bibin yek û bi hemû gelên din re jî yekitiyê pêş bixin.”

Eşref Elî di berdewama axaftina xwe de got: “Gelek aliyên aştiyê naxwazin hene. Hemû hewldanên aştiyê asteng dikin. Di hindirê dewleta Tirk de hin sazî hene, naxwazin ev pirsgirêk were çareserkirin. Ev di xizmeta wan a teng de ye. Em ji dewleta Tirk daxwaz dikin gavên cidî ji bo rizgarkirina Rojhilata Navîn ji golên xwînê, bavêje.”

‘YEKITIYA KURDAN JI BO AŞTIYÊ ŞERTEK E’

Hevseroka Meclisa PYD’ê ya Hesekê Zehrai El Elî der barê mijarê de wiha axivî: “Heger em nameya Rêber Abdullah Ocalan lêkolîn binin, em ê bibînin çareseriya hemû aloziyên di herêmê de tê de heye. Ji lewma divê em bangê piratîze bikin. Bi taybet dewleta Tirk gerek gavan bavêje, bo aştiya madyînde, adil û wekhev ji hemû gelan re pêk were. Herêm di rewşeke hesas re derbas dibe. Em dibînin guhertinên mezin ên bandorê li hemû gelan dikin, çêdibin. Ev bandor taybet li gelê Kurd dike. Heger gelê kurd di vê demê de parçebûna di navbera her çar parçeyan derbas bike û daxwazên xwe kirin yek, ev dê ji bo aştiya mayînde gavek be. Rêber Abdullah Ocalan di vê der barê de gavên mezin avêtin; PKK’ê fesix kir û şerê çekdarî bi dawî kir û li şûna wê tercîha têkoşîna siyasî da pêş. Ev gaveke ber bi pêkanîna aştiya mayînde ve ye.”

(dc)

ANHA