NY: Li Ukraynayê di 6 mehan de hezar û 396 kes hatin kuştin

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ji ber zêdebûna êrişên Rûsyayê Tîrmeha 2026’an ji bo sivîlên li Ukraynayê ji Nîsana 2022’yan heya niha bûye meha ku herî zêde sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

NY: Li Ukraynayê di 6 mehan de hezar û 396 kes hatin kuştin
6 tebax, 2026   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), di 6 mehên ewil ên îsal (2026) de li Ukraynayê 1,396 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 7,978 kes jî birîndar bûne. NY’ê diyar kir ku ev yek li gerî heman serdemên salên 2024 û 2025’an bi awayekî aşkera zêde bûye.

Serokê Mîsyona Çavdêriya Mafên Mirovan a Ukraynayê ya NY’yê Danielle Bell got ku bikaranîna moşekên balîstîk û çekên menzîldirêj ên li ser herêmên ku nifûsa wan zêde ye bûye sedem ku zêdetir welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest bidin û xanî û binesaziya sivîl zirareke mezintir bibînin.

Koordînatorê Alîkariya Mirovî ya Ukraynayê ya NY’yê Matthias Scmale jî anî ziman ku li gel berdewamkirina êrişan malbatên nû xizmên xwe winda kirine, ji cih û warên xwe bûne û neçar dimînin ku jiyana xwe ji nû ve ava bikin.

Hêzên Hewayî yên Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê tevahiya şevê 101 balafirên bêmirov ên cure Şahed û du keştîsavarên cure Oniks û di moşekên antîradar ên cure H-31P avêtine.

Rêveberiya Kiêvê da zanîn ku ji van 66 IHA ji aliyê pargalên parastina hewayî hatine xistin yan jî bêbandorkirin, 29 IHA û moşekeke Oniks 18 xalên cuda hedef girtine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî di heman demê de ragihand ku pergala wan a parastina hewayî 605 balafirên bêmirov ên aîdî Ukraynayê îmha kirine.

Moskovayê da zanîn ku IHA li ser herêmên weke Belgorod, Kursk, Bryansk, Voronej, Kaluga, Lipetsk, Rostov, Moskovayê, Kirim, Azak û Behra Reş hatine xistin.

Her wiha rayedarên Rûsî diyar kirin ku IHA’yên aîdî Ukraynayê li herêma Tverê navendeke lojîstîkê ya aîdî şîrketa bazirganiya online ya bi navê Wildberries hedef girtine û li tesîsa berbehs zirarên biçûk çêbûne.