Medyaya erebî: Diyalog û siyaset rêyên çareseriyê ne

Medyaya erebî bal kişand ser geşedanên leşkerî û siyasî yên li Xeza û Sûriyeyê û tevgerên diplomatîk. Çareseriyên siyasî wekî rêya herî gucaw a çareserkirina pirsgirêkên ewlehî û mirovî nirxandin.

Medyaya erebî: Diyalog û siyaset rêyên çareseriyê ne
6 tebax, 2026   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Quds El Erebî der barê Sûriyeyê de nivîsî. Di nivîsê de hate gotin, Sûriye derbasî qonaxeke nû bûye ku pêdiviya wê bi çareserkirina dosyayên siyasî, ewlehî û aborî heye.

Rojnameyê diyar kir ku aramî bi nêzîkatiyên ewlehiyê tenê pêk nayê, lê pêdivî zêdetir bi rêyên siyasî yên giştî heye.

Rojnameyê bi domdarî, ji nû ve avakirina  jiyana siyasî û saziyan wekî dergehê sereke yên her îstiqrareke mayînde pênase kir û da zanîn ku geşedanên navxweyî bi awayekî mezin girêdayî guhertinên herêmî û navneteweyî.

Hin medyayên din ên erebî istiqrara Sûriyeyê bi zindîkirina diyalogan, xurtkirina saziyên dewletê û çareserkirina pirsgirêkên mirovî û aborî ve girê da. Hate gotin, Sûriye bûye beşek ji hevsengiyên herêmî yên berfireh ku lihevkirin û nakokiyên di navbera hêzan de bandorê lê dike.

Heman rojnameyê der barê şerê Xezayê jî nivîsî. Hate gotin, berdewama operasyonên leşkerî derfetên gihiştina çareseriyên siyasî yên berfireh asteng dikin. Bandorên şer bi xaka Filistînê tenê ve sînordar nîn e, lê bandorê li herêmên din jî, di serî de Sûriye û Lubnanê dike.

Rojnameyê bal kişand ser tevgerên navneteweyî yên li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku hevrûkiya di navbera hêzên mezin de bûye faktoreke bibandor di şekildana rêgeha krîzên herêmî de û serkeftina her hewldanek navbeynkariyê bi hebûna îradeyek siyasî ya rasteqîn di navbera aliyên têkildar de ve girêdayî ye.

Rojnameya El Xelîc a Îmaratê jî gotarek li ser pirsgirêkên ewlehiya herêmî weşand. Di gotarê de hate gotin, istiqrara herêmê girêdayî parastina rêyên deryayî û xurtkirina xebata erebî ya hevbeş. Hate diyarkirin ku ewlehiya aborî û bazirganî jî bûye beşek ji ewlehiya neteweyî ya erebî.

Rojnameya El Şerq El Ewsat cih da tevgerên siyasî û diplomatîk ên li Rojhilata Navîn û kenavê bi taybetî. Rojnameyê, diyaloga siyasî wekî vebijêrka herî realist a kêmkirina rageşiyê pênase kir. Her wiha diyar kir ku peywendiyên di navbera hêzên herêmî û navneteweyî yên bi nakok li ser Rojhilata Navîn derfeta ji nû ve aktîvkirina rêyên çareserkirina gelek dosyayan, di serî de dosyaya Sûriyeyê ye.

Rojnameya El Erebî El Cedîd gotarek li ser bandorên aborî û civakî yên şeran parve kir. Di gotarê de hatiye gotin, berdewama kaosan rewşa jiyanî girantir dike û derfetên geşbûna aboriyê dereng dixe. Li gorî gotarê, çareserkirina pirsgirêkên mirovî, çareseriyên siyasî û ji nû ve avakirinê hewce dike.

Televîzyona El Erebî jî ku der barê Sûriye, Lubnan û Sûdanê de nivîsî, da zanîn ku "Navbeynkariyên navneteweyî bûye hêmanekî sereke yê rêvebirina krîzên Rojhilata Navîn û serxistina wê jî girêdayî lihevkirinên siyasî yên di navbera aliyên eleqedar de ye."

Di medyaya erebî de rewşa çapemendiya erebî li gel pêşketina medya dîjîtal jî hat nirxandin. Hate gotin, ji saziyên medyayê tê xwestin ku amûr û rêbazên xebata xwe pêş bixin da ku pêbaweriyê biparêzin û bi veguherînên teknolojîk re bigihîjin astê.

(bb)