Nûredîn Şakir: Rêbertî divê were azadkirin da ku pêngava aştiyê bigihîne serî

Nûredîn Şakir diyar kir ku dem hatiye ku Rêber Abdulllah Ocalan were azadkirin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku daye destpêkirin bi rê ve bibe, da ku bigihîje serî.

Nûredîn Şakir: Rêbertî divê were azadkirin da ku pêngava aştiyê bigihîne serî
8 nîsan, 2026   02:35
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Li Rojhilata Navîn alozî her ku diçe zêdetir dibin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo rê li ber van aloziyan bigire Pêngava Aştî û Civaka Demokratî da destpêkirin. Tevî hemû pêngavên aştiyê yên ku Rêber Abdullah Ocalan dane meşandin, dewleta Tirk hetanî niha gav neavêtine. Der barê mijarê de ji rûspiyên bajarê Tirbespiyê Nûredîn Şakir ji ANHA`yê re axivî.

Nûredîn Şakir diyar kir ku salek di ser banga Rêber Abdullah Ocalan re derbas bû û di nava cîhanê de deng veda.

Şakir destnîşan kir ku dewleta Tirk û dagirkerên Kurdistanê êdî nikarin gelê Kurd bixapînin, bi derketina fikra Rêber Abdullah Ocalan re, gelê Kurd êdî têkoşîn û berxwedana xwe bi hêztir kir û wiha dom kir: “Rêbertî dibêje pirsgirêk û aloziyên heyî bi şer êdî nayên çareserkirin, pêwîstî bi aştiyeke demokratîk heye.”

Nûredîn Şakir wiha pê de çû: “Heta niha dewlelta Tirk tu gavên aştiyê û entegiresyona demokratîk ne avêtine, bi her awayî êrîşî kurdan dike, di zagonên cîhanê de şer û aştî bi hevre nabin, kurd xwedî dozin û li ser erda xwe têkoşîna xwe didin meşandin. Dem hatiye ku Rêber Abdullah Ocalan were azadkirin û ew bi xwe vê pêngava ku daye dest pê kirin birêve bibe ."

Şakir bi bîr xist ku dewleta Tirk dixwaze hebûna Rêber Abdullah Ocalan di zindanê de bike bazara bi gelê Kurd re û zextekê li wan bike ku bihêle ji mafê xwe werin xwar û got: “Vê yekê ne Rêbertî û ne gelê me qebûl nake, 40 milyon Kurd li Tirkiyeyê dimînin, ger pêngava aştiyê neçe serî wê gelê Kurd rabe ser pêyan.”

Nûredîn Şakir got: “Tu kes nikare gelê Kurd û nasnameya Kurdan înkar bike û wan qir bike. Kurd niha gihaştine astekê ku xwe bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan perwerde kirine û xwedî hêzeke leşkerî ne ku li çar aliyên Kurdistanê hebûna xwe diparêzin.”

Şakir da zanîn ku tu carî şer naxwazin, lê ku şer li ser gelê Kurd hat ferzkirin, ew ê dev ji azadî, têkoşîn û rêbertiya xwe bernedin.

Nûredîn Şakir di dawiyê de got di vê dema hesas de divê gelê Kurd yekitiya xwe çêke û kongreyeke kurdistanî li dar bixe û wiha lê zêde kir: “Yekitî û hevgirtina me hêza herî mezin e. Me dît çawa li çar aliyên Kurdistanê ji bo Rojava serferber bûn, divê ev ruh zêdetir be, da ku em hebûna xwe di cîhanê de misoger bikin. Ev xwesteka me hemûyan e.”

ANHA