Nûnerên Rêveberiya Xweser li Swêdê hevdîtin pêk anî

Endama Parlamentoya Swêdê biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a lidarxistina hilbijartinên şaredariyan erênî nirxand û got “Ev nîşan dide ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevî hemû astengiyan bi israr e ku projeya xwe ya demokratîk bidomîne."

Nûnerên Rêveberiya Xweser li Swêdê hevdîtin pêk anî
23 gulan, 2024   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer û nûnerê Rêveberiya Xweser yê welatên Skandînavyayê Şiyar Elî bi endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Swêdê û berdevkê têkiliyên derve yê Partiya Çepir a Swêdê  Hakan Svenneling re hevdîtin kir. Hevdîtin li Navenda Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Stockholmê pêk hat.

Nûnerên Rêveberiya Xweser rewşa Sûriyeyê, geşedanên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser û xetereya çeteyên DAIŞ’ê bi aliyê siwêdî re parve kirin. Nûnerên Rêveberiya Xweser got êrişên dewleta Tirka dagirker ewlehiya herêmê xirab dike, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê asteng dike. Her wiha got, êrişên li ser binesazî û navendên xizmetê bi sed hezaran kes ji xizmetên mirovî bê par hiştine.

Nûnerên Rêveberiya Xweser bal kişand ser Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hilbijartinên şaredariyan ku dê 11’ê Hezîranê pêk werin.

Hakan Svenneling jî diyar kir ku civata navneteweyî bi pirsgirêkên din wekî aloziya Ukrayna û Rûsya û şerê Îsraîl û Hemasê ve mijûl e û pirsgirêkên din ên wekî "terorê" paşguh dike û got: "Mijara terorê gelekî girîng e, nabe were paşxistin. Xetereya wê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî cîhanê mezin e, lew ra divê ev pirsgirêk di çarçoveya eleqedayînê de be."

Svenneling îşaret pê kir ku divê di hemû qadan de piştgiriya Rêveberiya Xweser were kirin û wê tenê li hemberî "terorê" neyê hiştin.

Svenneling biryara Rêveberiya Xweser a pêkanîna hilbijartinên şaredariyan erênî nirxandin û got: "Ev dide nîşandan ku Rêveberiya Xweser tevî astengiyan jî bi projeya xwe ya demokratîk ve girêdayî ye û bi israr e ku projeya xwe ya demokratîk bidomîne.”

Nûnerên Rêveberiya Xweser û parlamenterê Swêdê diyar kir ku divê hevdîtin dewam bikin û ji bo xurtkirina têkiliyên Rêveberiya Xweser û Swêdê xebat were kirin.

(bb)

ANHA