Cezayê muebbetê dan kujerên zarokê bi navê Olyar

Dadgeha Gel a Qamişloyê cezayê muebbetê li kujerên zarokê bi navê Olyar Yasir Igêl birî.

Cezayê muebbetê dan kujerên zarokê bi navê Olyar
23 gulan, 2024   11:48
QAMIŞLO

16’ê Çileya îsal zarokê astengdar ê bi navê Olyar Yasir Igêl ê 2 salî winda bûbû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêkolînê kiribû û di 24’ê Çileyê de cenazeyê Olyar li mala apê wî ya li taxa Kornîş a Qamişloyê di bîrekê de dîtibû.

Di encama lêkolîn û lêpirsînê de derket holê ku kujerê Olyar hevjîna duyemîn a bavê wî S.M.F. û hevjîna apê wî B.E.E. ne. Her du kes li xwe mikur hatin ku wan Olyar bi saxî xistiye bîrê û mebesta wan kuştina Olyar bûye.

Dadgeha Gel a Qamişloyê duh li gorî madeyên 213 û 124’an ên qanûna ceza ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cezayê muebbetê li S.M.F. û B. E. E. birî.

(bb)

ANHA