Nûnerên partiyan serdana stasyonên enerjiyê kir

Nûnerên 34 partiyên siyasî çûn serdana stasyonên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn bombebarankirin.

Nûnerên partiyan serdana stasyonên enerjiyê kir
Nûnerên partiyan serdana stasyonên enerjiyê kir
Nûnerên partiyan serdana stasyonên enerjiyê kir
25 ÇILE, 2024   13:26
QAMIŞLO

Şandeyeke 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, serdana stasyonên xizmetguzariyê kir ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn hedefgirtin.

Şandeya partiyan destpêkê çûn stasyona kehrebeyê ya li Qamişloyê û ji rayedarên Desteya Enerjiyê têkildarî ziraran agahî wergirtin.

Rayedaran ji nûnerên partiyan re da zanîn ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de stasyon bi temamî ji xizmetê derketiyê û kehrebe li ser bajar û gundewarên Qamişloyê hatiye birîn, her wiha parçeyên zirar dîtine, nayên çaksazkirin, divê bi temamî werin guherandin.

Piştre şandeyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Erîfa Bekir ve hate xwendin.

Erîfa Bekir got êrişên dewleta Tirk a dagirker “sîstema qirkirin û sûcên şer e” û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya qirker pêdiviyên gel yên jiyanî û projeya neteweya demokratîk dike hedef.”

Erîfa di dawiya daxuyaniyê de got: “Em li vir in, em ê bi tekoşîna xwe hemû deskeftiyên şoreşa Rojava ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin û li ber xwe bidin.

Şandeya partiyên siyasî piştî gerîna li stasyona kehrebeyê a Qamişloyê berê xwe da stasyona petrolê ya Ûda ya li navçeya Tirbespiyê.

Tê payîn ku şande piştre jî berê xwe bide stasyona Swêdiyê ya bajarokê Rimêlanê.

(lî)

ANHA