Çalakvanên jin ên Siweyda: Em daxuyaniyên rola jinan li Sûriyeyê paşguh dikin red dikin

Çalakvan û siyasetmedarên jin ên sûriyeyî gotin divê jin tev li avakirina Sûriyeya siberojê bibin. Di heman demê de hewldanên dûrxistina jinan ji qada siyasî û sînordarkirina rola wan di hin qadên diyar de, red kirin.

Çalakvanên jin ên Siweyda: Em daxuyaniyên rola jinan li Sûriyeyê paşguh dikin red dikin
12 ÇILE, 2025   06:05
SIWEYDA

Çalakvan û siyasetmedarên jin ên li Siweydayê ji ajansa me re têkildarî rola jinan di avakirina Sûriyeya siberojê de, axivîn. Di axaftinên xwe de gelek peyam dan û bang li jinên sûriyeyî kir ku ji bo avakirina Sûriyeya nû hebûn û tevlêbûna xwe di qada siyasî de xurttir bikin. 

Çalakvan Menal Kenhan destnîşan kir ku Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) piştî ketina rejîma Baasê, Sûriye bi awayekî demkî bi rê ve dibe û hin gav avêtin. Bi nêrîna Menal, der barê pêvajoya bê de metirsî hene, nemaze daxuyaniyên nebaş ên der heqê jinan de.

Menal îşaret bi daxuyaniyên seroka Nivîsgeha Kar û Barên Jinan a Rêveberiya HTŞ`ê Eyşe El Dibis kir û got: "Em hewl didin dewleteke sivîl û ilmanî ava bikin. Daxuyaniyên Eyşe El Dibis ên der barê jinên sûriyeyî de, nayên qebûlkirin. Jinan bi xwe di dîrokê de serfirazî bi dest xist û mohra xwe li dîroka Sûriyeyê da."

Helbestvan û rexneger, endama nivîsgeha siyasî ya desteya siyasî ya kar û xebatên nîştimanî û demokratîk a Tevgera Siweydayê û endama tevgera jinan a sûriyeyî Xada El Şairanî jî di heman çarçoveyê de got: "Bi nêrîna min, Eyşe El Dibis xwe temsîl dike."

Xada wiha domand: "Me bi rêya rêxistinên siyasî yên jinan daxuyaniyên Eşye El Dibis şermezar kirin. Ew dewleteke sivîl an jî ilmanî naxwaze. Armanca wê, dewleteke islamî ye û jinan vegerînin serdema cahîliyetê."

Xada daxuyaniyên Eyşe El Dibis red kirin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em bi tundî gotinên wê red dikin. Ew jinên ku xwe naspêrin wekheviya siyasî, temsîl dike. Bi van gotinan xwe û nûnertiya kê dike, aşkera kir."

Xada bal kişand ser rola jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Jin li wan herêman rola xwe bi temamî dilîzin. Rêjeya tevlêbûna jinan ji sedî 50 derbas kiriye. Ev nîşaneyeke girîng e ku jin maf, erkên xwe nas kiriye û dixwaze siyasetê bike."

Çalakvana tevger û kombûna mamosteyan a Siweydayê Îlham Rîdan jî got: "Em jin li dijî taîfiyetê û paşguhkirina rola jinan di civakê de ne."

Îlham hêvî kir ku desthilata nû li berpirsyariyên xwe yên li hember jinên sûriyeyî vegere, mîna rejîma berê jinan paşguh neke. Di heman demê de Îlham bang li jinan kir ku dev ji rola xwe ya siyasî di avakirina Sûriyeyê de bernedin.

(şx)

ANHA