Naveroka civîna Macron û El Şera

Di civîna Macron û El Şera ya li Şamê de hat destnîşankirin ku di qadên razimaniyê de peyman werin îmzekirin, piştgiriya ji nûve avakirina Sûriyeyê were kirin û û hevkariya aborî ya navbera Fransa û Sûriyeyê were xurtkirin.

Naveroka civîna Macron û El Şera
7 tîrmeh, 2026   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikûmeta demkî Ehmed El Şera li koşka gel a Şamê bi Serokkomarê Fransayê Emmunel Macron re civiya. Di civînê de berpirs û karsaz her du aliyan amade bûn û li ser xurtkirina hevkariya aborî ya navbera her du dewletan de nîqaş kirin.

Her du aliyan destnîşan kirin ku li ser bingehê berjewendiyên her du weletan dê hevkariyê bi taybetî di qada veguhastin, enerjî, av, balafirgeh, bank, pîşesaziya xwarinê û binesaziya dijîtal ji nûve ava bikin. Hate gotin, ev xebat dê tenê bi Fransa û Sûriyeyê re sînordar be, lê dê welatên kendavê jî pêk werin.

SÛRIYEYÊ NAVENDA GIRÊDANA RÊYÊN BAZIRGANIYÊ

El Şera got Sûriyeyê dixwaze ku di hevkariya aborî de rûpeleke nû vebike û anî ziman ku cihê Sûriyeyê yê erdnîgarî gelekî girîng e, ev jî wê dike navenda girêdana rêyên bazirganiyê yê navbera Derya Spî, Kendav û Iraqê de. El Şera diyar kir ku Sûriyeyê dixwaze bibe qadeke razimaniyê ya li ser bingehê qanûn û saziyan.

El Şera destnîşan kir ku razimaniyên Fransayê yên li bendera Laziqiyê modêla hevkariyê ya di navbera her du welatan de ye. Her wiha got di plansaziyên ji nûve avakirinê de pêşxistina benderan, balafirgeh, şebekeyên enerjî, elektirîk, nûkirina binesaziya dijîtal, qada tenduristî, pîşesaziya xwarinê û keşifkirina enerjiyê di ava herêmê de, heye.

Sûriyeyê meha gulanê peymana ` Conoco Phillips` a Amerîkî, `Total enerjî` ya Frensî û `Qeter a enerjiyê` ya Qeter îmze kiribû. Di van projeyan de dê di ava herêmê ya Sûriyeyê de keşfa petrol û gazê bikin.

KOMÎTEYÊN ABORÎ YÊN HEVKAR AVA DIKIN

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron anî ziman ku dê di pêvajoya pêş de ji bo jinûve avakirina Sûriyeyê komîteyên aborî yên hevkar ava bikin û got Fransa amade ye tev li projeyên qada enerjî û bankan bibe û bi hevkariya bi welatên Kendavê re dikare şîrketan ava bike.

Macron diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin gelê Sûriyeyê û got, Sûriyeyê zehmetiyên mezin dibîne lê di destê wê de fersetê mezin hene ku bi şîrket û razimaniyê Fransayê re bixebite.

Macron diyar kir ku wî îro (sêşem) hevdîtin bi şandeyên ji gelek pêkhateyên Sûriyeyê re kiriye û di wan de wêrekî û rûmet dîtiye û got welatê wî dê her tim piştgiriya yekitî û aramiya Sûriyeyê bike.

Wezîrê aborî û pîşesazî yê hikûmeta demkî Nîdal El Şîar jî anî ziman ku hikûmeta demkî li bende ye ku Fransa di qada pîşesazî, veguhastin, binesazî, tenduristî, perwerde û fêrkirine de çalak be û fêde li her du welatan bike.

Serokê desteya razimaniyê ya hikûmeta demkî Telal El Hilalî jî got, hevdîtina Fransa û Sûriyeyê ji bo avakirina aboriya her du welatan pêvajoyeke girîng e.

SÛRIYEYÊ ELTERNATÎFA HURMIZÊ YE

Serokê rêveber ê Şîrketa `Total Enerjiya Patrick Pouyanne` ji rojnamevanan re got Sûriyeyê dikare bibe welatek girîng a ku petrol ji Îraqê derbasî derya Spî bibe û alternatîfa tengava Hurmuzê.  Her wiha destnîşan kir ku di şerê navbera Îran û Îsraîl-Amerîka dema ku tengava Hurmuzê hate girtin, Sûriyeyê gelekî girînge, ji ber dikarin di Sûriyeyê re petrolê derbasî Ewropayê bikin.

(np)