Civînên NATO’yê didome

Li Enqereyê di çarçoveya Lûtkeya 36’emîn a NATO’yê civînên dîplomatîk berdewam dike. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ji bo beşdarî Lûtkeyê bibe gihîşt Enqereyê.

Civînên NATO’yê didome
7 tîrmeh, 2026   15:36
 NAVENDA NÛÇEYAN

Lûtkeya 36’emîn a NATO’yê li Qasra Serokkomariyê ya Tirkiyeyê ya li navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê didome. Serok û wezîrên dewletan ku beşdarî lûtkeyê bûn, gihîştin Enqereyê. Axaftina destpêkê ya Lûtkeyê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz kirin. 

Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Kouizumi Şinciro, Wezîrê Karên Derve yê Xirvatistanê Gordan Grlis Radman û Wezîrê Karê Derve yê Slovenyayyê Tone Kajzer li Balafirgeha Esenbogayê hatin pêşwazîkirin. 

TRUMP LI TURKIYEYÊ YE

 Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ji bo beşdarî lûtkeyê bibe hate Enqereyê. Trump ji aliyê Serokkomar Erdogan ve hate pêşvazîkirin. Herwiha di seat 15:00’an de Trump dê li Qasra Serokkomariyê bi Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bîne.

TRAFÎKA DÎPLOMASIYÊ

 Serokkomar Erdogan heta niha Serokê Kanadayê Mark Carney, Serokkomarê Finlandiyayê Alexander Stubb re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinan de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Xezînê û Maliyê Mehmet Şîmşek, Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Burhanettin Duran û Serşewirmendê Ewlehî û Polîtîkayên Dervê yê Serokkomariyê Akîf Çagatay Kiliç cih girtin.

 Her wiha li lûtkeyê di navbera serok û wezîran de dîplomasî jî li pêş dikeve. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler bi Wezîrê Partastinê yê Letonyayê Raivis Melnis û Wezîrê Parastinê yê Kanadayê David McGuinty re hevdîtin pêk anî.