Navenda Postxaneyê ya Amûdê hat vekirin

Piştî 14 salan, îro navenda Postxaneya bajarê Amûdê bi beşdariya parêzgarê Hesekê û şêniyên bajar hat vekirin.

Navenda Postxaneyê ya Amûdê hat vekirin
Navenda Postxaneyê ya Amûdê hat vekirin
Navenda Postxaneyê ya Amûdê hat vekirin
Navenda Postxaneyê ya Amûdê hat vekirin
Navenda Postxaneyê ya Amûdê hat vekirin
7 tîrmeh, 2026   15:31
QAMIŞLO

Piştî 14 salan îro navenda Postxaneyê ya Bajarê Amûdê bi merasîmekê hat vekirin. Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, nûnerên saziyan û şêniyên bajar beşdarî merasîmê bûn.

Parêzgar Nûredîn Ehmed deriyê postxaneyê vekir, piştre li karmendên wê guhdarî kirin û mekanîzmeya jinûve aktîfkirinê û pêşxistina xizmetan nîqaş kirin.

Nûrdîn Ehmed di civîneke çapameniyê de anî ziman ku ew aktîfkirina hemû navendên xizmetguzariyê didomînin da ku kar û barên şêniyan bi rêxistin bikin û mûçeyan kesên teqawudbûyî bidin.

Her wiha anî ziman ku ew dixebitin ku projeyên xizmetguzarî û geşpêdanê berfireh bikin û li hemû navendan postxaneyan ji nû ve vekin.

Dê îro postxaneya bajarokê Rimêlanê yê Girkê Legê jî were vekirin.

(bb)

ANHA