Hêzên Şamê nehişt konvoya alîkariyan derbasî perava Sûriyeyê bibe

Hêzên desthilata Şamê nehişt konvoya alîkariya duyemîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî perava Sûriyeyê bibe. Konvo ji nû ve vegerî kantona Tebqayê.

Hêzên Şamê nehişt konvoya alîkariyan derbasî perava Sûriyeyê bibe
12 nîsan, 2025   17:54
TEBQA

Kovoya duyemîn a alîkariyên mirovî ya ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom kiribû, roja pêncşemê (10 Nîsan) ji bajarê Qamişloyê ber bi perava Sûriyeyê ve bi rê ketibû. Konvoya alîkariyan ku ji nêzî 14 hezar paketên xwarinê û pêdiviyên tenduristiyê û ard pêk tê duh (În 11 Nîsan) gihaştibû Tebqayê. Konov vê sibehê ji deriyê Tebqayê ve ber bi herêma peravê ve bi rê ket.

Beriya çend kêliyan konvo ji nû ve vegerî, ji ber ku hêzên desthilata Şamê nehişt konvo derbasî peravê bibe.

Konvoya yekemîn ku ji aliyê însiyatîfên gel ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi beşdariya Hevya Sor a Kurd û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatibûn komkirin, 17’ê Adarê ber bi herêma perava Sûriyeyê bi rê ketibû.

Di navbera 7-10’ê Adarê de êriş û komkujiyên mezin li herêma perava Sûriyeyê hatin kirin. Li gorî daneyan, di encamê de hezar û 676 kes hatin kuştin. Li gorî şahidan komkujî hîna têne kirin.

(fr)

ANHA