‘Naskirina ziman mafek e ku nabe were paşguhkirin’

Xwendekar û mamosteyên ji bajarê Girkê Legê diyar kir ku divê zimanê kurdî wek zimanekî fermî were naskirin û got ziman cewherê nasnameyê û bingeha parastina hebûna çandî ya gelan e.

‘Naskirina ziman mafek e ku nabe were paşguhkirin’
1 gulan, 2026   02:35
QAMIŞLO
ROHAT XELEF- KÎNAN SEYID

Zimanê kurdî wek yek ji mijarên herî girîng derdikeve pêş ku hîn jî di pêvajoyên entegrasyonê de tê nîqaşkirin. 

Xwendekar û mamosteyê ji bajarê Girkê Legê ji ajansa me re axivîn û diyar kir ku naskirina zimanê kurdî ne tenê daxwazeke çandî ye, lê di heman demê de mafekî bingehîn ê mirovan e û bingeha avakirina nifşan e.

Mamoste Rojîn Ehmed got: “Me ji bo parastina zimanê xwe berdêlên giran dane. Tevaî zehmetiyan bi salên dirêj ji bo fêrkirina bi zimanê xwe kar kir. Mafê me ye em zimanê em fermî were qebûlkirin. Mafê zarokên me heye ku hînî zimanê xwe bibin û di saziyan de bi fermî were naskirin. Em mafê me yê rewa ye ku jê nayê xwarê."

Rojîn Ehmed anî ziman ku zimanê kurdî nasnaemya gelê Kurd e û mafê xwendekaran heye bi zimanê xwe yê dayikê fêrm bibin. Mamoste Rojîn Ehmed bang kir ku divê zimanê kurdî di destûra nû de were mîsogerkirin.

Xwendekara bi navê Leyla Îsa jî xwest zimanê kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de were mîsogerkirin û wiha got: "Zimanê me hebûn û nasnameya me ye. Bêyî mîsogerkirina mafê me yê zimanê nabe em behsa edalet û wekheviyê bikin."

Leyla Îsa da zanîn ku naskirina fermî ya ziman dê bibe sedem ku pirrengiya çandî were parastin û diyar kir ku paşguhkirina vî mafî xizmeta siberoja fêrbûnê nake.

Xwendekara bi navê Sîbel Yûsif jî got: “Zimanê me nasnameya me ye. Mafê me heye em bê qeyd û astengiyan bi zimanê xwe fêr bibin. Naskirina zimanê kurdî gaveke girîng ber bi pêkanîan edaletê û avakirina civakekê ve ye ku rêzê bide hemû pêkhateyan.”

(bb)

ANHA