Karkerên jin daxwaza wekhevî û mafan kir

Karkerên jin da zanîn ku ji ber kêmbûna heqdestan û dirêjbûna saetên kar zehmetiyên wan dewam dikin û bang li aliyê têkildar kir ku qanûnên ku wekhevî, edalet û jîngeheke ewle mîsoger dikin, derxin.

Karkerên jin daxwaza wekhevî û mafan kir
Karkerên jin daxwaza wekhevî û mafan kir
Karkerên jin daxwaza wekhevî û mafan kir
Karkerên jin daxwaza wekhevî û mafan kir
Karkerên jin daxwaza wekhevî û mafan kir
Karkerên jin daxwaza wekhevî û mafan kir
1 gulan, 2026   06:40
HESEKÊ
EBDULXENÎ HAMAN

Karkerên jin ên ji bajarên Hesekê û Til Temirê bi boneya 1'ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê daxwaxên xwe anîn ziman.

Delal Hesen tevî hejmareke jinan di zeviyeke li bajarê Til Temirê dixebite, diyar kir ku saetên kar dirêj in û kar ne birêxistinkirî ye û got ew neçar in saetên dirêj û bê navber bixebitin û dema kar jî nayê diyarkirin, di heman demê de edalet di heqdestan de tune ye.

Delal Hesen da zanîn ku heqdestê ku werdigirin ne li gorî keda wan e û destnîşan kir ku ev merc bandoreke neyînî ya fîzîkî û derûnî li jiyana wan a rojane dike.

Delal Hesen di dewama axaftina xwe de anî ziman ku divê saetên kar bi awayekî qanûnî werin birêxistinkirin, mafên wan ên heqdestan bi awayekî adilane werin mîsogerkirin, di heman demê de jîngeheke ewle ji xebata wan re were peydakirin ku wan ji zextan û kedkariyê biparêze.

Zehra Ebdulkerîm jî got divê heqdestê karkeran were bilindkirin, nemaze ji ber mercên debarê zehmet bûne û her tişt biha bûye. Zehrayê anî ziman ku  xebata ku dikin kedeke fîzîkî ya mezin û saetên dirêj dixwaze û got, heqdestê ku jin digirin ne li gorî ked û berpirsyariya wan e.

Nûr Abdullah di kargeha pembo ya li bajarê Hesekê de dixebite, behsa xwezaya dijwar a karê xwe kir û daxwaz kir ku mafên karkeran, çi mêr bin çi jin, bên rêzgirtin.

Nûrê piştî ku hevjînê wê jiyana xwe ji dest da, di malbatê de ew tenê dixebite da ku pêdiviyên zarokên xwe bi cih bîne.

Nûr Abdullah bal kişand ser pirgirêkên di kar de û got rojane 10 saetan ji saet 07.00'an heya 17.00'an dixebitin û navbera ku distînin 30 deqe derbas nake, heqdestê wan rojane nêzî 50 hezar lîreyên Sûriyeyê û got: "Mehane em bi qasî mîlyonek û 632 hezar lîreyên sûriyeyî ne. Ev hedestî ne li gîr dirêjbûna saetên kar e. Di heman demê de têra pêdiviyên wan ên jiyanê nake."

Horiya El Elî jî banga saetên kar werin kêmkirin û hedestî li gorî keda ku didin were zêdkirin û got, heqdestiyê heyê pêdiviya debarê ya karkeran bi cih nayîne.

Karkera bi navê Coza Remedan jî da zanîn ku ew rojane bi heqdestê 50 hezar lîreyan dixebitin. Her wiha got,  ji ber ku debara jiyana wê tune ew neçar e ku saetên dirêj bixebite. 

Coza Remedan destnîşan kir ku piraniya karkerên kargehê jinebî an jinên bi temen in ku çavkaniyek din a debara wan tune ye. Her wiha got, baştirkirina mûçeyan an kêmkirina saetên kar dê êşa wan sivik bike.

Fadiya Mihemed diyar kir ku ew tenê debara malbata xwe bi cih tîne û da zanîn ku eger vê kargehê terk bike wê neçar bimîne plastîkan kom bike da ku debara xwe bi cih bîne. Fadiya Mihemed xwest saetên kar werin kêmkirin an jî heqedestên wan were zêdekirin.

(bb)

ANHA