Li Dêrik û Çilaxayê pirsgirêkên xizmetguzariyê û planên çareserkirinê

Li gundewarên Dêrik û Çilaxa pirsgirêkên xirabbûna rêyan, kêmbûna hin xizmetên bingehîn wekî avê û xetên kanalîzasyonê hene. Şaredariyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan plan daniye.

1 gulan, 2026   04:50
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ- BESNE ŞEMO

Li gundewarên Dêrik û Çilaxayê pirsgirêkên xirabbûna rêyan û çêbûna kortan li ser rêyan hene ku tevgera çûn û hatine asteng dikin. Her wiha hin xizmetên bingehîn wekî avê û xetên kanalîzasyonê kêm in.

RÊYA BERAVÊ LI BENDA ÇARESERIYÊ YE

Li rêya Zuhêriyê-Bajarê Dêrikê ku dirêjahiya wê 18 kîlometre ye, kortik bi awayekî zêde tê de çêbûne. Ev yek tevgera çûn û hatinê ya şêniyên gundên Beravê zehmet û dirêj dike.

Şîrketa Şemal beriya çend mehan zîfta kevin a rê rakiribû da ku sererast bike, lê xebatên zîftkirinê sekinandin û rê di rewşeke xirab de hişt.

Şêniyê bi navê Bozan Îbrahîm diyar kir ku rewşa rê pir xirab e û got: "Berê çûn û hatina di vê rêyê de 10-15 deqe bû, lê niha zêdetirî 50 deqeyan dirêj dike. Ji bilî vê jî pirsgirêk di erebeyan de çêdibin."

Bozan Îbrahîm bal kişand ser xetereya vê rewşê di dema veguhestina nexweşan de.

Şêniyê bi navê Macid Hosta jî da zanîn ku rê karê wan ên rojane ne ku jêdera debara wan e asteng dike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Xirabûna bi domdarî ya erebeyan jî barê me girantir dike. Her wiha di bersivdayîna rewşên mirovî de zehmetî derdikevin."

Şîrketa Şemal a Avahîsazî û Avakirinê ji ajansa me re diyar kir ku di rojên pêş de rê bi temamî sererast bike.

Li 21 gundên herêma Aliyanê ji ber xirabûna rêyan, xetên kanalîzasyonê û kêmbûna ava vexwarinê şêniyan gazincên xwe anîn ziman. Rêyên Dêrna Axê-Baterzanê, rêya Badiyan-Girkê Mora û rêya Kêşikê-Badiyan jî di nav de, piraniya rêyan xirab bûne. Her wiha li piraniya gundan torên kanalîzasyonê tune ne, lewre şênî neçar dimînin ku kortikan bikolin û cihokan vekin. Ev jî dibe sedema belavbûna bêhnê û xetereyên li ser tenduristiyê.

Der barê ava vexwarinê de, li piraniya gundan, wekî Girdîmîk, Xirbê Belek, Girkê Mora, gundikê Teyîb, Badiya, Dêro Kevnik û gundikê Şelalê bîr tune ne. Şênî di peydakirina ava vexwarinê de xwe dispêrin kaniyan. Li gundên din mîna Kêşikê, Dêrna Axê, Calka, Xirbê Reş, Xirbê Cehwa, Kevirê Dena û Sêgirkê tevî hebûna bîran jî, lê şênî ji ber torên avê yên xirabbûyî ku pêdiviya wan bi nûkirinê heye, zehmetiyan dikişînin.

Şêniyê bi navê Ednan Abdullah ê ji gundê Kurdêm û Murad Yûsif ê ji gundê Nebî Sadî û Ezîza Hecî Xelîl a ji gundê Xirbê Cehwayê bang li aliyên  têkildar kir ku rêyên nehatina qîrkirin wekî rêya Dêrna Axê –Batirzan û rêya Pakrewan-Qastebanê sererast bikin, pirsgirêkên kanalîzayonê çareser bikin, bi rêya kolandina bîrên nû û nûkirina xetên avê ava vexwarinê peyda bikin, her wiha tabloyên danasîna gundan deynin û li hember belavkirina çopê û bermahiyên sewalan ên li têketinên gundan bergiriyan bigirin.

ŞAREDARÎ: PROJEYÊN SEREKE YÊN AVÊ Û RÊYAN IN

Hevşaredara bajarê Kişikê Huda Hesen ji ajansa me re axivî û diyar kir ku armanca wan a pêşîn ew e ku ava vexwarinê peyda bikin û rêyên li tevahî gundên Aliyan zîft bikin. Her wiha destnîşan kir ku proje li gorî van pêşîniyan di nav planên qonaxî de têne bicihanîn.

Huda Hesen der barê projeyên netemamkirî de got: "Projeya bîrê ku ji bo xizmetkirina gundên Nebî Sadî, Bekroxlî û Mûsa Kora hate kolandin, ji ber nebûna fînansmanê ji bo berfirehkirina tora avê hîn nehatiye temamkirin. Berê, budçeya hatiye veqetandin tenê ji bo kolandin û dabînkirina elektrîkê ya bîrê bû. Temamkirina projeyê bi girêdana toran bi gundan re hewceyî fînansmana zêde ye. Ev di projeyên 2026'an de cih girtiye. Her wiha projeya kolandina bîrê li Ludka-Qestban-Pekrewan ji ber bûyerên ewlehiyê yên dawîn hatiye rawestandin, lê di nav projeyan dimîne."

Huda Hesen anî ziman ku projeyên kanalîzasyonê û avakirina piran dê di plansaziya bê de be anku piştî ava vexwarinê were peydakirin û rêyên gundên Aliyan werin zîftkirin, were pêkanîn.

Têkildarî pirsgirêka kombûna çopê û bermahiyên sewalan Ii têketinên gundan, Husan Hesen diyar kir ku şaredarî dê vê dosyayê binirxînin û tedbîrên pêwîst bigirin.

(bb)

ANHA