Nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Jineolojiyayê hate xwendin

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyabi û Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya kantona Tebqayê îro li salona meclîsê bi armanca xwendin û ravekirina nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Jineolojiyayê şandibû, civînek li dar xist.

Nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Jineolojiyayê hate xwendin
Nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Jineolojiyayê hate xwendin
Nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Jineolojiyayê hate xwendin
Nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Jineolojiyayê hate xwendin
Nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Jineolojiyayê hate xwendin
Nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Jineolojiyayê hate xwendin
Nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Jineolojiyayê hate xwendin
17 hezîran, 2025   15:49
TEBQA

Rêber Abdullah Ocalan der barê Jineolojiyê de nameyek şand û diyar kir ku projeya wî ya têkildarî jinan ji aliyê naverokê ve bi dawî bûye û ya ku maye pêkanîna wê ye. Rêber Abdullah Ocalan her wiha şaxek gul ku li hewşa girtîgehê şîn bûbû şand.

Meclîsa Jinan a Zenûbiya û Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya kantona Tebqayê ji bo xwendina nameyê civînek li dar xist. Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê, nûnerên sazî û dezgehên civaka sivîl, tevgerên jinan ji gelek bajarokên kantonê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre Endama Navenda Lêkolînên Jinolojiyayê Wîsam El Şemalî nameya Rêber Abdullah Ocalan xwend û naveroka wê şîrove kir.

Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê Kewser El Ehmed diyr kir ku Rêber Abdullah Ocalan di nameya xwe de banga azadkirina ramyarî û kesayetî ya jinan dike.

Kewser wiha dewam kir: "Rêber di nameyê de bang li jinan dike dike ku xwe ji hişmendiya baviksalarî rizgar bikin û wan têvedide ku destkeftiyên xwe li ser esasê fikra Rêber Abdullah Ocalan binirxînin û xwe bi hêz bikin da ku pêvajoyeke nû ya têkoşîn des pê bikin. "

Kewser El Ehmed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku qonaxa li pêş ji bo têkoşîna jinan girîng e, "Emê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têbikoşin. "

(k)