MSD’ê pêşwaziya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê kir

Hevseroketiya MSD'ê girîngî bi avakirina helwesteke niştimanî ya berfireh û giştî û redkirina hemû provakasyonan, da. MSD’ê piştrast kir ku aramî û yekitiya Sûriyeyê stûnên bingehîn ên her veguhertina siyasî ya serkeftî ne.

MSD’ê pêşwaziya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê kir
16 hezîran, 2025   23:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Sûriyaya Demokratîk (MSD) pêşwaziya şandeya Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê li navenda xwe ya bajarê Hesekê kir.

Di civînê de behsa geşedanên dawîn siyasî yên dawîn li Sûriye û herêmê û bi taybetî qonaxa veguhêz û guhertinên li herêmê, di nav de şerê Îran û Îsraîlê hate kirin.

Şandeya ku ji Medya Eko, Kêlan Oskan û Mîdas Ezîzî pêk hat ji aliyê hevseroketiya MSD'ê Leyla Qereman û Mehmûd El Miselet ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de armancên ji qonaxa veguhêz li Sûriyeyê û rêyên beşdarkirina pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya avakirina dewletê de, hatin nîqaşkirin.

 Di civînê de herdu aliyan girîngî bi wê yekê da ku çareseriya siyasî li Sûriyeyê tenê bi îradeya Sûriyeyê pêk tê, ew jî li ser bingeha hevbeşiya rasteqîne bê ku tu pêkhate werin paşguhkirin.

Her wiha herdi aliyan peymana 10’ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de wek qonaxeke bingehîn a ku rêya çareseriya Sûriyeyê vedijîne, dît.

 Her wiha herdu aliyan teqezî bi giringiya lidarxistina kongreyeke nîştîmanî ya berfireh a Sûriyeyê ku mafên hemû hêz û pêkhateyên Sûriyeyê misoger bike û rê li ber destwerdanên derve bigire, da.

Di civînê de pêwistiya pêşxistina çanda aştiyane û jiyana hevbeş hat teqezkirin ku ji bo vê jî partiyên siyasî di vê qonaxê de rola xwe bilîzin.

 Hevseroketiya MSD’ê girîngî da avakirina helwesteke nîştîmanî ya berfireh û redkirina hemû hewldanên provakasyonê û destnîşan kir ku aramî û yekitiya Sûriyeyê stûnên bingehîn ên her veguhertina siyasî ya serkeftî ne.

 Hevseroketiya MSD'ê pabendiya xwe ya berdewamkirina xebatên xwe ji bo avakirina pirên baweriyê û xurtkirina têkiliyên di navbera aliyên cuda yên Sûriyeyê de nîşan da.

(ac)

ANHA