MSD`ê banga veguherîna demokratîk a berfireh li Sûriyeyê kir

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ji bo avakirina desthilateke veguhêz ku nûnertiya hemû Sûriyeyê bike û nivîsandina destûreke nû ya demokratîk li Sûriyeyê, pêdivî bi pêvajoyeke veguherîna demokratîk a zelal heye.

MSD`ê banga veguherîna demokratîk a berfireh li Sûriyeyê kir
8 kanûn, 2025   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

MSD bi boneya salvegera yekem a hilweşîna rejîma Baasê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ev bûyer "gavek girîng bû ku serdema zordariyê bi dawî kir û piştî 14 salên şer, koçberî û tepeserkirinê, deriyê Sûriyeyek nû vekir."

MSD`ê rexne li hikûmeta veguhêz kir, piştî ku "salekê rêveberiya paytextê" kir, û diyar kir ku hikûmetê "xwe ji zihniyeta komên çekdar û paşxeneyên teng ên îdeolojîk rizgar nekiriye, ne jî ber bi zihniyetek dewleta neteweyî ya berfireh ve çûye, diyalogek neteweyî ya berfireh dest pê nekir û saziyên veguhêz ên serbixwe ava neir. Berevajî vê, wê bi heman navendîparêziya ku berê dewletê felç kiriye, welat bi rêve bir."

Di daxuyaniya MSD`ê de hat gotin: "Peymana ku 10`ê Adarê de di navbera hikûmeta veguhêz û Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD`ê de hat îmzekirin gaveke girîng bû ji bo kêmkirina aloziyên navxweyî. Lêbelê, nebicîhanîna wê û gurbûna krîzên li herêma peravê û Siwêdayê nîşan da ku hikûmet nikare qonaxa veguhêz bi rê ve bibe."

MSD`ê  diyar kir ku ji bo avakirina desthilatek veguhêz ku nûnertiya hemû Sûriyeyê bike û nivîsandina destûrek nû ya demokratîk li Sûriyeyê, pêdivî bi destpêkirina pêvajoyek veguherîna demokratîk a zelal heye, li ser bingeha biryarên navneteweyî, di nav wan de biryarên 2254 û 2799’an.

MSD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku Sûriye di qonaxeke dîrokî de derbas dibe, û ji bo serkeftina vê qonaxê hewceyî bi îradeyek neteweyî ya rastîn heye, her wiha divê were bawerkirin ku siberoja welêt li ser azadî, hemwelatîbûn, edalet û beşdarbûnê tê pêkanîn.

(k)