MSDˊê pêşdeçûnên siyasî li Sûriyeyê nîqaş kirin

MSDˊê bi panelê rewşa siyasî û astengiyên li hemberî welat nîqaş kir. MSDˊê anî ziman ku divê gelê Sûriyeyê bi hemû etnîkên xwe hevkar bin da ku bigihînin çareyeke siyasî.

2 gulan, 2024   19:20
DÊRAZOR

Bi diruşma ˊPêşdeçûnên siyasî li qada Sûriyeyêˊ Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê li herêma 7 Kîlo panelek li dar xist. Di panelê de rewşenbîr, çalakvanênsiyasî, rûspiyên eşîran û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Dêrazorê beşdar bûn.

Di panelê de cîgirê Desteya Hevserokatiya MSDˊê Xesan El Yûsif bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Em MSDˊê dixwazin bi tevahî gelê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyê wî re hevkariyê bikin. Ji bo gihandina çareyeke siyasî ya Sûriyeyî ku tê de edalet û wekhevî hebe, em dan û standinê bi hemûyan re dikin."

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Hesen Mihemed Elî behsa rewşa siyasî kir û wiha got: "Gelek dewlet li herêmê hene û li ser guhartina nexşeya Rojhilata Navîn xebitîn. Ji ber wê divê em rewşê binirxînin, analîze bikin û li ser bixebitin. Lê ger wisa nebe, em ê li pêşberî gelek astengiyan bin."

Elî wiha domand: "Piştî şerê Xezayê gelek nîqaş çêbûn ku hêza ku defakto bû, bû hêzeke mezin; mîna Hizbullah, Hûsî, Hemas û komên alîgirên dewleta Tirk."

Elî wiha dawî li gotina xwe anî: "Li Dêrazorê hewldanên têkbirina îstîqrarê ji hêla hin aliyan ve tê kirin û hewl didin fitneyê derxin. Divê gel hiyşar be û li hember van destwerdanên derve û komployên bi hewldana têkbirinê, bisekinin."

Dûre beşdaran nîqaş kir û nêrînên xwe pêşkêş kirin. Di wan nêrînan de hat gotin divê di nava tevahî aliyên li herêmê de diyalog û hevkarî hebe, çareserî û pêşniyar werin kirin ku astengiyan derbas bikin.

(fr)

ANHA