Moskowê 325 dronên Ukraynayê xistin xwarê

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di nav 12 saetan de 325 dronên Ukraynayê hatine xistin, di heman demê de rayedarên Ukraynayê diyar kirin ku Rûsyayê di şevekê de êrişeke mezin a bi mûşek û dronên hewayî pêk aniye.

Moskowê 325 dronên Ukraynayê xistin xwarê
21 tebax, 2026   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku hêzên wê yên hewayî di navbera saet 8:00 êvarê ya Pêncşemê û saet 8:00 sibê ya Înê de li ser 16 herêmên Rûsyayê, her wiha Deryaya Azov û Deryaya Reş 325 dronên Ukraynayê asteng kirine û xistin xwarê.

Hêza Hewayî ya Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê di êrişa xwe ya şevê de 614 çekên êrişa hewayî bikar aniye, di nav de dron, mûşekên balîstîk û mûşekên krûz û destnîşan kir ku 577 ji wan hatine xistin an jî hatine bêbandorkirin.

(k)

ANHA