Pasdarên Şoreşa Îranê: Heke êrîş ji nû ve dest pê bikin,em ê bersiveke tundtir bidin

Berdevkê Artêşa Mûhafizên Şoreşa Îranê Hûseyîn Mohebî, anî ziman ku di rewşa ji nû ve destpêkirina şer de ew ê bersiveke tundtir bidin û got: "Çekên me ji her alî ve dê ji yên berê bi temamî cûdatir bin."

Pasdarên Şoreşa Îranê: Heke êrîş ji nû ve dest pê bikin,em ê bersiveke tundtir bidin
21 tebax, 2026   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Artêşa Mûhafizên Şoreşa Îslamî ya Îranê Tuxgeneral Hûseyîn Mohebî, got ku heke êrîşên li ser Îranê ji nû ve dest pê bikin, ew ê bersiveke biheztir û tundtir bidin.

Mohebî, diyar kir ku Îranê piştî destpêkirina şer kapasîteya xwe ya çek û guleyên fuzeyan pêş xistiye. Mohebî, da zanîn ku çekên nû gelemperî rasttir, biheztir û ji aliyê teknolojiyê ve pêşketîtir in.

Mohebî, got ku di rewşa derketina şerekî nû de ew ê çekên biheztir û fûzeyên pêşketîtir bi kar bînin.

Her wiha Mohebî, da xuyakirin ku hêzên Ensarullah ên li Yemenê xwedî kapasîteyeke bihêz a destwerdanê ne li dijî Erebistana Siûdî û got ku ji bo Erebistana Siûdî zehmet e ku li hember Ensarullah û hêzên Yemenê ser bisekine.