Qurbaniyên kîmyebarana Xûtayê hatin bibîranîn

Di salvegera 13‘emîn de qurbaniyên kîmyebarana Xûtayê bi çalakiyan hatin bibîranîn.

Qurbaniyên kîmyebarana Xûtayê hatin bibîranîn
Qurbaniyên kîmyebarana Xûtayê hatin bibîranîn
Qurbaniyên kîmyebarana Xûtayê hatin bibîranîn
21 tebax, 2026   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 13‘emîn a kîmyebarana deverên Xûtaya Rojhilat û Xûtaya Rojava yên gundewarên Şamê çalakiyên bîranîna qurbaniyan hatin lidarxistin.

Li bajarokê Zemelka yê Xûtaya Rojhilat, şênî, çalakvan û malbatên mexdûran serdana gorên qurbaniyan kirin û balonên rengê zer li hewayê hatin firandin. Di bîranînê de qurbaniyên kîmyebaranê hatin bibîranîn û daxwaza hesbpirsînê hat kirin.

Li qada Zeytûnê (Tehrîr) ya bajarê Miedemiyê yê gundewarê Şamê jî çalakiyek bi navê "Komkujiyê sedsalê..Berbanga edaletê" hat lidarxistin. Di çalakiyê de qurbaniyên kîmyebaranê hatin bibîranîn.

Rejîma Beşar Esed di 21‘ê Tebaxa 2013‘an de bi gaza sarînê êrişî gundewarên Şamê kir.

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê bi bîr xist ku Miedemiyê jî di nav de, 4 caran li pey hev qadên sivîlan ên Xûtaya Rojhilat û Xûtaya Rojava bi gaza sarînê hatin bombebarankirin.

Li gorî heman torê, di kîmyebaranê de hezar û 144 kesan jiyana xwe ji dest da û derdora 5 hezar û 935 kes jî birîndar bûn. Torê destnîşan kir ku bi kêmanî 10 mûşekên ku bi nêzî 200 lître gaza sarînê barkirîbûn, hatibûn bikaranîn.

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê her wiha diyar kir ku kesên ji kîmyebaranê rizgar bûne û malbatên qurbaniyên hîna jî pirsgirkên tenduristî, dirûnî û civakî rizgar nebûne.

(bb)