Metraniya Suryanên Artodoks kampanyaya komkirina alîkariyan da destpêkirin

Li dêrên bajarên Qamişloyê kamanyaya komkirina alîkariyan ji bo koçberan hat destpêkirin. Kampanyaya komkirina alîkariyan dê îro û sibe dewam bike.

Metraniya Suryanên Artodoks kampanyaya komkirina alîkariyan da destpêkirin
25 ÇILE, 2026   12:01
QAMIŞLO

Li ser banga Metranê Suryanên Artodoks ê herêmên Cizîr û Firatê, Mar Morîs Emsîh, Fûca Keşfî ya 4’an Suryanên Artodoks li bajarê Qamişloyê  kampanyaya komkirina alîkariyan ji bo koçberên ji Efrîn, Şehba, Tebqa û Reqa û Helebê da destpêkirin. Kampanyaya komkirina alîkariyan bi çavdêriya Meclisa Milî ya Suryanên Artodoks hate destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de dê nivîn, cil û pêlav werin komkirin û ji koçberan re werin şandin.

Alîkarî dê li avahiya Foca Keşfî ya 4’an a Dêra Mar Yaqûb û Dêra Mar Qeryas a li taxa Erbawiye, Dêra Mar Afran a li taxa Xerbî werin komkirin.

Komkirina alîkariyan îro saet 10.00’an dest pê kir û dê saet 14.00’an bi dawî bibe. Dê saet 16.00’an heya 19:00’an dewam bike. Kampnaya dê sibe bi dawî bibe.

(b)