Nûnertiya DEM Partiyê ji bo Rojava kampanya ragihand

Nûnertiya DEM Partiyê ya Başûrê Kurdistanê kampanya komkirina alîkariya ji bo Rojava ragihand û banga beşdarbûnê kir.

Nûnertiya DEM Partiyê ji bo Rojava kampanya ragihand
25 ÇILE, 2026   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya seferberiya giştî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, Nûnertiya DEM Partiyê ya Başûrê Kurdistanê ya li Hewlêrê kampanyaya komkirina alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Endamê Nûnertiya DEM Partiyê Murad Şen ragihand ku demek êrişek giran li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê tê kirin, rê li ber av, elektrîk û pêdiviyên mirovî tê girtin.

Murad Şen destnîşan kir ku tekezî kir ku nanek, avek, cilek zarokan û kelûpelên tenduristiyê pêwîst dikin û wiha bang kir: “Em dixwazin gelê me yê li Başûrê Kurdistanê alîkariyên xwe bigihîne. Her wiha ji bo sekin û helwesta gelê Başûr ya bi Rojavayê Kurdistanê, em spasiya gelê xwe yê Başûr dikin.”

Hêjay gotinêye ku li Başûrê Kurdistanê çalakî û xwepêşandanên ji bo piştevaniya Berxwedana Rojavayê Kurdistanê ya li dijî komên çeteyên ser bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk, bê navber berdewamin. Her wiha li gel xwepêşandan û çalakiyan, li parêzgeha Dihok, Hewlêr, Helebce û piraniya bajar û bajarokan kampanyaya ji bo komkirina alîkariya ji gelê Rojavayê Kurdistanê re hatine destpêkirin, didomin.