Mela û rûspiyên Helebê teqezî bi hevgirtina Sûriyeya nû kir

Mela û rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo avakirina Sûriyeya nû li ser bingeha jiyana hevbeş ji bo hemû pêkhateyan, banga hevgirtin û yekkirinê kir.

Mela û rûspiyên Helebê teqezî bi hevgirtina Sûriyeya nû kir
Mela û rûspiyên Helebê teqezî bi hevgirtina Sûriyeya nû kir
Mela û rûspiyên Helebê teqezî bi hevgirtina Sûriyeya nû kir
7 kanûn, 2024   19:08
HELEB

Mela û rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 2 daxuyaniyên cuda dan. Di daxuyaniyan de teqezî bi domandina berxwedanê û pêşxistina nirxên jiyana hevbeş di navbera tevahî pêkhateyan de, kir.

Daxuyaniya rûspiyan li pêşiya navenda Meclisa Rûspiyan a Helebê ya taxa Şêxmeqsûd ji aliyê endamê meclisê Mehmûd Omer Şehadê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de teqezî bi parastina yekbûna xak û gelê Sûriyeyê hat dayîn, êrişên li dijî kantona Efrîn û Şehbayê û koçberkirina şêniyên wê hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên hiqûqî hat kirin ku ji bo koçberan xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin.

Daxuyaniya melayên mizgeftan ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li pêşiya mizgefta mezin a Şêxmeqsûd ji aliyê mela Elî El Hesen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin rejîma Baas berpirsê wêranî, koçberî, kuştin û krîza li Sûriyeyê ye û ji bo avakirina Sûriyeya nû ji tevahî gelê Sûriyeyê re banga hevgirtin û yekbûnê hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de teqezî bi domandina berxwedanê û parastina nirxên şoreşê û nirxên dîroka Helebê hat dayîn.

(mh/fr)

ANHA