Medyaya erebî bandora tevlêbûna muhtemel a Sûriyeyê di şerê li dijî Hizbullahê de nirxand

Medyaya erebî di rojevên xwe yên îro de bandora pêşniyara DYA’yê ya girêdayî rola Şamê di rûbirûbûna li dijî Hizbullahê de, nîşaneyên jinûve sazkirina hebûna leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyeyê, her wiha şerê di navbera Îran û DYA’yê de nirxandin.

Medyaya erebî bandora tevlêbûna muhtemel a Sûriyeyê di şerê li dijî Hizbullahê de nirxand
11 hezîran, 2026   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera ‘Asas Media’ têkildarî metirsiyên ku ji ber tevlêbûneke rasterast a Sûriyeyê di şerê li dijî Hizbullahê de di nav Lubnanê de yan li ser sînorên wê, nûçeyek bi sernavê “Gelo El Şara ji Washingtonê vegere dê bikeve xefika Beyrûtê?” weşand.

Hate diyarkirin ku vebijêrkeke wisa li dijî pêşîneyên serokê hikumeta demkî Ehmed El Şara ye ku armanc ew e ku aramiyê ava bikin, veberhênanan bikişînin û dewletê ji nû ve ava bikin.

Hate destnîşankirin ku her rûbirûbûneke bi vî rengî dikare Şamê bixe navenda şerekî herêmî û bandorên ewlehî, aborî û siyasî li hundirê Sûriyeyê bike.

Malperê îşaret pê kir ku di demekê de ku artêşa Sûriyeyê piştî salên şer hewl dide refên xwe ji nû ve bi rêxistin bike, lê xwezaya sînorê Sûriye-Lubnanê û aloziyên wê yên erdnîgarî û civakî dihêle ku her nakokiyeke sînordar veguhere krîzeke berfirehtir. Her wiha bal kişand ser îhtîmalên ku her rûbirûbûnek bandorê li rewşa penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê bike û bandore li projeyên enerjî û transîtê yên ku Şam di qonaxa vejînê de xwe dispêre wan.

‘RÛSYA JI NÛ VE SAZKIRINA HEBÛNA XWE YA LEŞKERÎ LI SÛRIYEYÊ DINIRXÎNE’

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova amaje bi ji nû ve sazkirina hebûna leşkerî ya Rûsyayê ya li Sûriyeyê kiribû û gotibû siberoja hebûna leşkerî ya Rûsyayê bi aliyê Sûriyeyê re di gotûbêjê de ye.

Rojnameya El Ereb der barê vê mijarê de diyar kir ku li gel şerê Ukraynayê û guhertinên herêmî, ev pêngav meyla Rûsyayê ya ji nû ve sazkirina armancên xwe yên pêşîn nîşan dide. Her wiha hate gotin: "Dibe ku Moskov ber bi kêmkirina hin hêzên xwe yên klasîk ve biçe û baregehên xwe yên li Sûriyeyê veguherîne navendên lojîstîk û îstîxbaratê ku piştgiriyê bidin operasyonên wê li Deryaya Spî û parzemîna Afrîkayê, di heman demê de bandora xwe ya stratejîk li herêmê biparêze.”

‘BI POZBILINDIYA XWE ÎRAN ÊRIŞAN ZÊDE DIKE’

Rojnameya El Xelîc jî bal kişand ser êrişên Îranê yên li ser welatên herêmê û diyar kir ku Îran li şûna ku beşdarî hewldanên kêmkirina rageşiyê bibe, siyaseta derxistina krîzên xwe yên hundirîn bo herêmên derdorê didomîne.

Hate diyarkirin ku berdewama şerê di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de û berfirehbûna çarçoveya êrişên hevbeş, ewlehî û aramiya herêmê tehdît dike. Ji bo rawestandina rageşiyê û girtina rê li ber şerekî berfireh li Rojhilata Navîn banga tevgereke navneteweyî hat kirin. Her wiha girîngiya çareseriyên siyasî û rêzgirtina li serweriya welatan wek “xaleke destpêkê ji bo dûrketina ji krîzên din” şîrove kir.

(bb)