Li peravên Omanê 3 deryavanên hindistanî hatin kuştin

Hindistanê ragihand ku 3 deryavan di êrişa li ser keştiyekê de li peravên Omanê hatine kuştin. Ji bo protestokirina êrişî jî gazî li dîplomatekî amerîkî kir.

Li peravên Omanê 3 deryavanên hindistanî hatin kuştin
11 hezîran, 2026   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê veguhastina deryayî ya Hindistanê Surbananda Sonwal îro ragihand ku 3 deryavanên hindistanî ku di êrişa hewayî ya amerîkî ya li ser keştiyeke petrolê li peravên Omanê de winda bûbûn, hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ku rayedarekî hikumeta Hindistanê dane AFP’ê, Wezareta Karên Derve ya Hindistanê gazî li berpirsê kar û barên Amerîkayê yê li New Delhiyê kir û nerazîbûneke fermî ya tund li dijî êrişa li ser keştiya bazirganî nîşan da.

Rayedarên Hindistanê diyar kir ku ji taximên keştiyê 21 kes hatin rizgarkirin. Wezareta Karên Derve ya Hindistanê êriş şermezar kir û xwest sedem û bandor werin aşkerakirin.

(bb)