‘Dosyaya dîlgirtiyan mijareke mirovî û qanûnî ye’

Parêzer Xalid Cebir got dosyaya dîlgirtiyan mijareke mirovî û qanûnî ye, nabe ku çareserkirina wê dereng bimîne.

‘Dosyaya dîlgirtiyan mijareke mirovî û qanûnî ye’
10 nîsan, 2026   04:55
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Li bajarên Cizîrê rojane malbatên dîlgirtiyan radibin xwepêşandanan, kon vedane û daxwaza serbestberdana zarokên xwe yên dîlgirtî ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê dikin.

Parêzer Xalid Cebir li ser serbestneberdana dîlgirtiyan ji ajansa me re axivî û got: “Em êşa malbatên ku zarokên wan dîlgirtî ne, parve dikin. Em di vê pêvajoya zehmet de ku tê re derbas dibin, li kêleka wan in. Em dengê xwe bilind dikin ku dîlgirtî zû werin berdan. Ruxmî di navbera QSD`ê û hikumeta demkî de lihevkirin çêbû, ew bi xedarî dîl hatin girtin. Lihevkirina ji aliyê hikumetê ve hat binpêkirin. Em ji aliyên hiqûqî û mirovî dixwazin li pişt gelê me û zarokên wan ên dîlgirtî bin. Cidî bixebitin da ku dosyaya dîlgirtiyan bi edalet û mirovane bi dawî bibe.”

Cebir anî ziman ku hikumet dosyaya dîlgirtiyan wek zexteke siyasî dide bikaranîn û wiha got: “Hikumeta demkî dosyaya dîlgirtiyan wek zexteke siyasî li ser gelê Kurd dide bikaranîn. Tu gavên şênber ku hemû dîlgirtiyan serbest berdin naavêjê. Şervanan dema ku di çarçoveya lihevkirinê de vedikişiyan, dîl hatin girtin. Dibe ku ev dosyaya qanûnî û bi edalet were çareserkirin. Meseleya dîlgirtiyan dosyayeke mirovî ye û pirsgirêkeke qanûnî ya navneteweyî ye, nabe ku siyasî bazarê li ser bikin û şantajê bikin. Hikumeta demkî bi berpirsyarî nêz nabe û dûrî pîvanên mirovî û qanûnî tev digere.”

Xalid Cebir bang li QSD`ê û gelê Kurd kir û got: “Ez bang li fermandariya QSD`ê dikim ku bi hemû rêbazan bixebitin û garantiya vegera ewle ya zarokên me yên dîlgirtî bidin. Gelê Kurd jî divê helwesta wan yek be. Gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê li pişt gelê Rojava be û bi hev re zextê li hikumetê bikin da ku dîlgirtî zû werin berdan.”

Xalid Cebir wiha dawî li gotinên xwe anî: “Di lihevkirina navbera QSD`ê û hikumeta demkî bendên zelal hene. Yek ji wan bendan ew bû ku dîlgirtî serbest werin berdan da ku bawerî çêbe. Lê hikumeta demkî sozên xwe pêk neanîn û dosyaya dîlgirtiyan wek zextekî siyasî li hemberî gelê Kurd dide bikar anîn. Ez nêzîkatiyên hikumetê êş û jana malbatên dîlgirtiyan gelekî zêde dike. Her wiha li pêşiya çareseriyeke bi edalet û daimî, dibe asteng. Ez bang li aliyên qanûnî û mirovî dikim ku piştgiriya gelê herêmê bikin, dîlgirtî serbest werin berdan û garantiya rêzdayîna qanûn û peymanên navneteweyî bidin.”

(np)

ANHA