Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Qamişlo kongreya 3ˊyemîn li dar xist

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Qamişloyê kongreya xwe ya 3`yemîn bi amadebûna 175 delegeyan li dar xist. Kongre bi hilbijartina mecliseke nû, serokatî û cîgirê serokatiyê bi dawî bû.

29 ÇILE, 2024   18:07
QAMIŞLO

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Qamişlo bi dirûşma “Partiya me pêşeroja me ye, rêveberiya me misogeriya me ye, hêzên me serkeftina me ne, Sûriyê me dike yek” û bi amadebûna 175 delegeyan kongreya xwe ya 3ˊyemîn li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamişloyê li dar xist.

Li navenda ku lê kongre hat lidarxistin wêneyên şehîdên Partiya Sûriya Pêşerojê di nava wan de Sekratera berê ya partiyê Hevrîn Xelef hatin daliqandin. Her wiha pankartên“Bi îradeya ciwanan, em ê Sûriyeya pêşerojê ava bikin”, “Hevpeymana civakî misogeriya hevgirtina Sûriyeyê ye” û “Bi têkoşîna jinan li Sûriyeyê em ê azadî û demokratiyê pêk bînin” jî hatin daliqandin.

Di kongreyê de nûnerên ji Kongra Star, Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK), partiyên siyasî, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi amadebûna Sekratera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd beşdar bûn.

Di kongreyê de Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Qamişlo Mihemed Dexîl axivî. Dexîl bixêrhatina mêvanan kir, şehîd bi bîr anîn û keda hevalên xwe di nava partiyê de pîroz kir û wiha got: “Partiya me ji destpêkê heta niha rastî gelek astengiyên ji aliyê hêzên dijber ve tê, tevî wê jî partiya me dixwaze pêşengtiyê ji Sûriyeyê re bike, bi vê yekê partiya me bû ya gelan û wê di pêşerojê de jî wiha be. Em ê bi hev re ji bo azadî û demokrasiyê têkoşînê bikin, hezkirin û daxwazên me di partiyê de heye û em ê pê pêdiviyên gelê xwe bi dest bixin.”

Mihemed Dexîl bal kişand ser krîza Sûriyeyê û da zanîn ku hêzên desthildar rê li ber çareseriyê digirin, ev yek ji milê hikumeta Şamê jî ve tê kirin. Bi deh hezaran koçber, bi milyonan şehîd çêbûne û wiha dom kir: “Em hêzên QSD`ê silav dikin, ew hêviya Sûriyeya demokratîk in. Em ê heta dawiyê destkeftiyên şoreşê biparêzin.”

Piştre ji aliyê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Mûaz Ebdulkerîm ve perespektîfên ji meclisa giştî hatin xwendin.

Dîwan ji bo birêvebirina kongreyê hat hilbijartin, dûre Cîgira Berdevka Meclisa Jinan a Giştî di Partiya Sûriya Pêşerojê de Semîra El Ezîz axivî û destnîşan kir ku girîngiya kongreya wan di dirşûma wan de ye û tevî hemû gefxwarinan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve wan îro kongreya meclisa partiyê ya Qamişlo li dar xist û wiha got: “Rêveberiya Xweser derfet da gel ku sazî û partiyên xwe damezrînin, partiya me jî di nava wan serkeftinan de bû. Hedefa partiya me parastina nasnameya hemû Sûriyeyiyan e, hebûna me li hemberî kiryarên ku li dijî herêmê tên kirin bersivek e.”

Piştre kongre li pêşiya dezgehên ragihandinê hat girtin, rapora 2 mehan hat xwendin, nirxandin hatin kirin û hilbijartin jî çêbûn.

Xebatên Kongreya 3ˊyemîn a Meclisa Qamişlo ya Partiya Sûriya Pêşerojê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê Serokê berê yê Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Qamişlo Îsmaîl El Henan ve hat xwendin.

Îsmaîl El Henan diyar kir ku wan xebatê Meclisa Qamişlo li ser asta rêxistinî nirxandin, wê di qonaxên bê de her endamek li gorî berpirsyartiyê xwe di partiyê de tev bigere.

Di kongreyê de 23 endamên nû ji bo meclisê hatin hilbijartin. Ji bo Serokatiya Meclisa Qamişlo ya Partiya Sûriya Îsmaîl El Henan û Cîgira Serokê Meclisê Welîda Îsmaîl hatin hilbijartin.

(sb)

ANHA