Komîteya Windahiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi xebatê dike

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku saziya têkildarî windahiyan a Bakur û Rojhilatê Sûrieyyê ji şemiyê ve dest bi xebatên xwe dike.

Komîteya Windahiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi xebatê dike
7 sibat, 2024   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo pêkanîna biryara Komeleya Giştî ya NY`yê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 29`ê Tebaxa 2023`yan Komîteya Windahiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir. Komîte wê şemiyê dest bi xebatên xwe bixe.

Saziyê destnîşan kir ku wê xebatên xwe li navendên xwe yên li Qamişlo û Hesekê dest pê bike, li ser wê esasê divê malbatên windahiyan serî li navenda herî nêz bikin.

Berpirsê saziyê ku girêdayî Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser e parêzer Xalid Omer got: "Ji destpêka damezirandinê ve komîteyê amadekariyên erkên xwe dikir. Xebatên xwe yên pêşîn temam kirin û komîteyên şaxî dê li Qamişlo û Hesekê ji şemiyê ve dest bi xebatên bikin."

Têkildarî bernameya komîteyê Omer got: "Komîteyên li kantona Cizîrê dê heftê du rojan di şemî û sêşemê de ji saet 10:00`an heta saet 2:00`an pêşwaziya xizm û malbatên windahiyan bikin."

Her wiha Omer diyar kir ku di vê pêvajoyê de komîteyê dê belgeyan kom bike û lîsteya detayan li cem xwe amade bike.

Omer bi bîr xist ku komîteyên şaxî yên li Kobanê, Reqa, Dêrazor, Minbic, Efrîn û Şehbayê dê di demeke nêz de bikevin meriyetê.

Beriya vê, malpera taybet a komîteyê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal cihên navendên xwe yên li kantona Cizîrê û rojên dewamê û dema wê belav kiribû.

(şx)