Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê konferansa 3ˊyemîn li dar xist

Bi diruşma ‘Bi pêşengiya malbatên şehîdan ji bo azadkirina fîzîkî ya Rêber APO û parastina destkeftiyên şoreşê, em ê asta têkoşîna xwe mezin bikin’ Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Dêrazorê konferansa xwe ya 3’yemîn li dar xist.

11 tîrmeh 2024   21:16
DÊRAZOR

Konferans li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya li Herêma 7 Kîlo bi beşdariya malbatên şehîdan, nûnerên ji saziyên sivîl, partiyên siyasî û hêzên leşkerî hat li darxistin. Di hola konferansê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan hat daliqandin.  

Destpêkê dîwanek ji 5 endaman ji bo rêvebirina konferansê hat avakirin. Dûre sînevîzyonek li ser gotinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehadetê de, hin gotinên şehîdên di oxira azadî û rûmetê de canê xwe daye hat pêşkêşkirin.

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Dêrazorê Ebdulxenî El Lewaha perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîd û şehadetê de û rola wan di avakirina civakeke daxwaza azadiyê û jiyana hevbeş dike xwendin.

Li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), hevseroka Nivîsgeha Jinan a rêxistina PYDˊê ya Dêrazorê Huda El Xenam axivî û got: “Em vê konferansê li tevahî malbatên şehîdên pîroz dikin. Em bi şehîdên xwe serbilind in. Tu serbilindî di dunyayê de mîna şehadetê tune ye."

Di dawiyê de Felek Osman û Tirkî El Şahir, bo hevserokên meclisê, hatin hilbijartin. Li kêlek wê jî endamên rêveber ên meclisê hatin hilbijartin û wan sond xwar ku li ser şopa şehîdan bimeşin û têkoşînê bişopînin.

(mg/fr)

 ANHA