Ji Platforma Ekolojiyê kampanyaya ‘Xwe bigihînin azadiyê’

Platforma Ekolojiyê ya Jin a Rojava bi dirûşmeya, “Ji bo hebûna xwe li hemberî qirkirina jin û ya xwezayê li ber xwe bidin û xwe bigihînin azadiyê!" kampanyeyek da destpêkirin.

Ji Platforma Ekolojiyê kampanyaya ‘Xwe bigihînin azadiyê’
Ji Platforma Ekolojiyê kampanyaya ‘Xwe bigihînin azadiyê’
Ji Platforma Ekolojiyê kampanyaya ‘Xwe bigihînin azadiyê’
Ji Platforma Ekolojiyê kampanyaya ‘Xwe bigihînin azadiyê’
8 ÇILE, 2024   14:19
QAMIŞLO

Platforma Ekolojiyê ya Jin a Rojava di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de, îro (8 çile 2024) li bexçeyê 19`ê Tîrmehê yê li Qamişlo daxuyaniyek da çapemeniyê. 

Daxuyaniya ku bi zimanê Kurdî, Erebî û Ingilîzî hatibû amadekirin, bi beşdariya endamên Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan hat dayîn.

Mamoste Hêvî Şêxmûs daxuyanî bi Kurdî, Endama Platforma Ekolojiyê ya Jin a Rojava Bêrîvan Omer bi Erebî û Endam Platforma Ekolojiyê ya Jin a Rojava Mîdya Yûsif jî bi Ingilîzî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kampanyaya demek beriya niha bi dirûşmeya, "Li dijî çolbûnê daristanan ava bikin" wê ji niha pê de bi navê “Ji bo hebûna xwe li hemberî qirkirina jin û ya xwezayê li ber xwe bidin û xwe bigihînin azadiyê!" bê meşandin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku azadiya jin û xwezayê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û wiha hat domandin: “Tenê bi hembêzkirin û pêkanîna fikra Rêber Abdullah Ocalan em dikarin azadiya xwe bi dest bixin, xwe parçeyek ji xwezayê bihesibînin û pê re bijîn.  Xweza ji bo me qada jiyanê ye. Pirsgirêkên tên jiyankirin ji ber nêzîkatiyên çewt ên desthilata dewlet ya baviksalarî ne. Her tim xweza, hawîrdor, ax û jin înkar kirine. Desthilatdariyê civaka çandinî-gund ku afirîneriyên jinan ên serdema neolîtîk in, veguherandine amûrên berjewendî û zordariyê. Şaristaniya dewletparêz li Mezopotamya û Rojhilate Navîn dîrokek ekolojîk nehiştiye. Mirovahî ji xweza, jiyan û civakê hatiye dûrxistin. Bi vî rengî jin û xweza di dîroka şaristaniya dewletparêz de rastî komkujiyên herî hovane hatin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kampanyaya Platforma Ekolojiyê li hemberî vê zihniyetê hatiye destpêkirin û wê ji 9’ê Çileyê (2024) heta 4’ê Nîsanê dom bike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû welatiyan hat kirin ku ji 9 Çilê û pê ve li mal, kolan, baxçe û derdora xwe kulîlk û daran biçînin û ev peyam hat dayîn: “Divê fikra Rêber Abdullah Ocalan a têkildarî xweza û jinên azad bê jiyanîkirin. Ruhê her jin û daristaneke hatiye qetilkirin bi çandina darekê zindî bihêlin. Ji bo em vegerin ser koka xwe û hemû komkujiyan rawestin, bila bi feraseta `her malek şitlek, her şitlek darek' di pêngava civakek ekolojîk de bibin yek.”

Bernameyên ku dê di çarçoveya kampanyayê bên pêkanîn:

1- Wê serdana malan were kirin.

 2- Li navendên cuda wê semîner bên lidarxistin.  

3- Wê civîn bên çêkirin û nêzîkatiya `her malek şaxek, her şaxek darek` bê pêşxistin.

4- Li ser têkiliya jin-xweza û civak perwerde bên dayîn.

5- Li deverên ku pêşengên jin lê hatine qetilkirin wê dar bên çandin.

(sb/a)

ANHA